Talebanî: Em piştgiriya pêvajoya çareseriyê dikîn

Cîgirê Serokê hikûmeta demborî yê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî di Kongreya Hevpeymaniya Sosyal Demokrat a Welatên Erebî de got: “Em piştgiriya pêvajoya aştî û çareseriyê ya li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê dikin.

Talebanî: Em piştgiriya pêvajoya çareseriyê dikîn
28 tebax, 2025   15:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Hevpeymaniya Sosyal Demokrat a Welatên Erebî li Silêmaniyê di roja duyem de didome. Cîgirê Serokê hikûmeta demborî yê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî di kongreyê de têkildarî pirsgirêkên di navbera Herêm û Bexdayê her wiha pêvajoya çareseriya pirsa Kurd a li Bakurê Kurdistan û Tirkiye de axivî.

Talebanî li ser pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de got: “Heta niha jî li Iraqê Kurdan hemû mafên xwe yên desturî wernegirtine. Divê pirsgirêkên Herêm û Bexdayê bi rêya diyalogê û li ser bingehê destûra bingehîn werin çareserkirin.”

Talebanî da zanîn ku wek YNK ew ji hemû demê zêdetir ji bo çareserkirina pirsgirêkan di nav hewldanan de ne.

Di derbarê pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd a li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê jî Qubad Talebanî got: “Em piştgiriya pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê dikîn. Heta pirsgirêka Kurd li Tirkiye, Îran û Sûriyeyê çareser nebe, wê pirsgirêkên van welatan jî çareser nebin.”