Salih Muslim: Encamên hilbijartinan destpêka têkçûna faşîzmê ne

Hevserokê PYD'ê diyar kir ku serkeftina DEM Partî serkeftina gelê Kurd e û got: "Encamên hilbijartinên xwecih ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê destpêka têkçûna AKPˊê û hevkarên wê ye."

Salih Muslim: Encamên hilbijartinan destpêka têkçûna faşîzmê ne
2 nîsan 2024   09:11
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim der barê encamên hilbijartinên xwecih ên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û serkeftina DEM Partî de ji ANHA’yê re axivî.

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim serkeftina DEM Partiyê li gelê Bakurê Kurdistanê pîroz kir û got: "Ev serkeftineke dîrokî ye. Ev serketin ne ya DEM Partiyê tenê ye, lê belê serketina Kurdan e. Em hêvî dikin di qonaxa bê de guhertinên mezin çêbibin, nexasim ku ev serketina piştî şer û êrişên ji sala 2016’an ve li dijî Kurdan û destgîrkirina siyasetmedarên Kurd û serokên şaredariyên Kurdan pêk hatin ku armanc jê tunekirina Kurdan bû. Tevî ku AKPˊê ji bo guhertina encamên hilbijartinan hêzên ewlekariyê şandin bajarên Kurdan, lê dîsa jî DEM Partî serkeftineke dîrokî li hember AKPˊê qezenc kir."

ˊHILBIJARTIN DESTPÊKA TÊKÇÛNA AKP Û HEVKARÊN WÊ NEˊ

Muslim encamên heyî yên hilbijartinên xwecih ên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê wekî destpêka têkçûna AKPˊê û hevkarên wê yên dijberên Kurdan nirxand û got, serkeftina DEM Partî ne bes e, pêwîst e her kes li hember siyasetên qirkirinê tê bikoşe.

 ˊDESTKEFTIYÊN MUXALEFETÊ BI SAYA KURDAN BÛNˊ

Muslim der barê serkeftina muxalefeta li hember AKP'ê de jî got: "Bê guman civata navneteweyî rewşa Tirkiyeyê ji nêz ve dişopîne. Erdogan her tim digot ku partiya wî serwer e û tevahî Tirkiyeyê kontrol kiriye. Lê belê duh me dît ku muxalefetê serkeftineke mezin bi dest xist. Ev jî ji bo civata navneteweyî peyameke nû ye ku AKP li Tirkiyeyê ne partiya serdest e."

Salih Muslim îşaret pê kir ku serkeftina muxalefetê bi saya Kurdan bû û wiha domand: " Neteweyên Yekbûyî (NY) û civata navneteweyî yên ku çavdêrên xwe şandine Tirkiye gendelî û dek û dolabên AKP'ê baş dizanin. Ji ber wê jî em hêvî dikin ku li hember AKP'ê bê sekinandin û binpêkirinên wê li Tirkiyeyê bên bidawîkirin."

ˊDAXWAZA KURDAN AŞTÎ YEˊ

Muslim destnîşan kir ku Kurd li her derê biratiya gelan û aştiyê dixwazin û tu carî dijmantiyê naxwazin û got: "Di dema dawîn de me dît ku DEM Partî pêkhateyên din jî di nav xwe de hewandin. Ji ber wê jî em ji gelê me yê Bakurê Kurdistanê hêvî dikin ku tê bikoşin û projeya xwe ya ku em li Rojavayê Kurdistanê jî li ser dixebitin, bidin naskirin."

ˊJI DESTPÊKA ŞERÊ WAN Ê LI DIJÎ KURDAN WAN GELEK TIŞT JI DEST DANˊ

Muslim destnîşan kir ku hilbijartinên xwecih û encamên wê dê bandoreke mezin li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bikin û got: "Dewleta Tirk çareseriya pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê qebûl nekir û li dora xwe faşîst û çete kom kirin. Lê belê îro wan gelek tişt ji dest dan."

ˊYEKITIYA KURDAN Û BERXWEDANA WAN Ê SIYASETAN TÊK BIBINˊ

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kurd kir ku berxwedan û têkoşînê bidomîne û got: "Wek me gotiye hilbijartin destpêka têkçûna AKP'ê ye, lê belê ew ne her tişt e. Fikrê wan ê tundraw didome. Ev şer bi hevgirtin, yekitî û têkoşîna gelê me li hemû qadan ve girêdayî ye. Van hilbijartinan ji gelê me re piştrast kir ku dawiya berxwedanê serkeftin e. Di heman demê de peyamek da yên hewl didin Kurdan tune bikin ku ew ê nikarin wê yekê pêk bînin."

(mh)

ANHA