DAIŞʹê êrişî leşkerên Şamê kir: 4 leşker hatin kuştin

Çeteyên DAIŞʹê li beyarê Kebacib ê Dêrazorê yê di bin kontrola hêzên Şamê de êrişek pêk anî û di encamê de 4 leşkerên Şamê hatin kuştin, her wiha di êrişa Tedmurê de jî efserekî din hatibû kuştin.

DAIŞʹê êrişî leşkerên Şamê kir: 4 leşker hatin kuştin
12 cotmeh, 2024   20:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), çeteyên DAIŞʹê li beyarê Kebacib ê gundewarê Dêrazorê yê di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de êrişî leşkerên Şamê kir, di encamê de efserekî mezin û 3 leşkerî hatin kuştin. 

Girêdayî mijarê, SOHRʹê ragihandibû ku li beyarê Tedmurê yê gundewarê Humsê di navbera çeteyên DAIŞʹê û gelek leşkerên hêzên hikumeta Şamê de şer derket. Di encamê de efserekî hêzên Şamê hat kuştin. Lê SOHRʹê agahiyên din li ser ser efser parve nekiribûn.

Li gorî SOHRʹê ji destpêka îsal ve di êrişên li beyarê Sûriyeyê de 561 kes hatine kuştin.

(fr)