QSD’ê şehadeta 4 şervanan ragihand

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 4 şervanan aşkera kirin ku di dem û cihên cûda de şehîd bûne.

QSD’ê şehadeta 4 şervanan ragihand
23 nîsan, 2025   21:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihadinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) der barê şehadeta 4 şervanan de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate aşkerakirin ku  şervanên bi navên Mazlûm Şehba (Ehmed Mistefa), Milîtan Rojava (Mihemed Emo), Gîvara Efrîn (Pişeng Elîko) û Cengîz (fewaz Ebdullah Hemade) piştî rêwîtiya dem dirêj a têkoşînê, di demên cuda de di êrişên  hewayî yên nemerdane yên dewleta Tirk a dagirker şehîd bûn.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin "Em sersaxiyê ji xwe û ji tevahî malbatên şehîdên xwe re dixwazin. Şehadeta her hevalekî me ve israra me ya domandina berxwedan û têkoşîna şoreşgerî zêdetir dibe. Em ala şehîdan li ba bikin û berxwedana wan bi serkeftineke mezin tacîdar bibe. Em ê xeyal û armancên ku ji wê canê xwe feda kirin, pêk bînin."

Li gorî daxuyaniyê, agahiyên der barê nasnameyên şehîdan de wiha ne:

Nasnav: Mazlûm Şehba

Nav û Paşnav: Ehmed Mistefa

Navê dayikê: Fitêm

Navê bav: Mihemed

Cihê jidayikbûnê: Heleb

Cih û dîroka şehadetê: Tirwaziyê- 19 Nîsan 2025

Nasnav: Milîtan Rojava

Nav û Paşnav: Mihemed Emo

Navê dayikê: Leyla

Navê bav: Taha

Cihê jidayikbûnê: Serêkaniyê

Cih û dîroka şehadetê: Minbic-6 Kanûn 2024

Nasnav: Gîvara Efrîn

Nav û paşnav: Pişeng Elîko

Navê dayikê: Nezîra

Navê bav: Mihemed

Cihê jidayikbûnê: Heleb

Cih û dîroka şehadetê: Tirwaziye 19 Nîsan 2025

Nasnav: Cengîz

Nav û paşnav: Fewaz Hemade

Navê dayikê: Esriye

Navê bav: Ebdullah

Cihê jidayikbûnê: Minbic

Cih û dîroka şehadetê: Minbic-Bendava Tişrînê- 8 Kanûn 2024.

(bb)