Rûsyayê li rojhilatê Ukraynayê 2 gund kontrol kirin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wê li rojhilatê Ukraynayê 2 gund kontrol kirine. Serokê Ukraynayê bi mijara bidawîkirina şer roja duşemê diçe Washingtonê.

Rûsyayê li rojhilatê Ukraynayê 2 gund kontrol kirin
16 tebax, 2025   15:58
NAVNDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê çend saet piştî civîna Valdimîr Pûtîn û serokê DYA’yê Donald Trump, ragihand ku wê li rojhilatê Ukraynayê 2 gund kontrol kirine.

Li gorî wezaretê, gundê Kolodiazy ê herêma Donetsk û gundê Vorony ê herêma Dnipropetrovsk a nêzî Donetsk hatine kontrolkirin.

RÛSYAYÊ BI 85 DRONAN ÊRIŞ KIR

Hêzên Hewayî yên Rûsyayê di saetên sibehê de jî ragihandibû wan bi 85 dronan û mûşekek balîstîk êriş biriye ser axa Ukraynayê.

Hêzan li ser Telegramê daxuyand ku di êrişên duh bi şev de xetên pêşîn ên herêmên Sumy, Donetsk, Chernihiv û Dnipropetrovsk hatin hedefkirin.

Serfermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Ukraynayê di rapora xwe ya rojane ya sibehê de piştrast kir ku di 24 saetên dawîn de li xeta pêşîn 139 pevçûn qewimîne.

ZELENSKY DIÇE WASHINGTONÊ

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky jî daxuyand ku ku bi mijara bidawîkirina şer û kuştinan dê roja Duşema bê biçe Washingtonê da ku bi serokê DYA’yê Donald Trump re bicive.

Zelensky ragihand ku wî bi telefonê bi Trump re axiviye û got Trump li ser xalên sereke yên hevdîtina li Alaskayê ya li gel Pûtîn agahî daye wî.

Zelensky daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê X’ê weşand û got: "Em piştgiriyê didin pêşniyara Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo lidarxistina civîneke sêalî di navbera Ukrayna, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Rûsyayê de. Em diyar dikin ku mijarên sereke dikarin di asta serokan de werin nîqaşkirin û lûtkeyeke sêalî ji bo vê yekê guncaw e."

Koşka Spî jî li ser mijarê destnîşan kir ku Trump dema ku vedigeriya Washingtonê ji Air Force One peywendiyeke dirêj bi Zelensky re kiriye.

Malpera Axios a amerîkî ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyeke agahdar, ragihand ku pêwendiya telefonê ya di navbera Trump, Zelensky û rêveberên NATO’yê de ne hêsan bû.

(bb)