Dadgehên Îranê cezayê darvekirinê li 5 xwepêşanderan birîn

Dadgehên Îranê cezayê darvekirinê li 5 xwepêşanderan birîn. Li Urmiye û Îlamê jî bi dehan girtiyên siyasî û bawermendên olî bi cezayên giran ên zîndanê re rû bi rû man.

Dadgehên Îranê cezayê darvekirinê li 5 xwepêşanderan birîn
6 mijdar, 2026   10:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê, der barê zextên rejîma Îranê yên li dijî welatiyên Rojhilatê Kurdistan û Îranê raporek weşand.

Di raporê de hat diyarkirin ku dadgehên Tehran û Meşhedê cezayê darvekirinê li 5 xwepêşanderên girtiyên serhildana Çileya 2026’an birîn.

Navên xwepêşanderên cezayê darvekirinê lê hatine birîne wiha ne; Elîreza Rezaî, Vehîd Qehermanî, Mehdî Celalî, Metîn Şebanî û Emîr Dilşad.

Hat destnîşankirin ku ev 5 welatî bi hinceta “hevkariya li gel welatên dijber” hatine cezakirin. Di heman dozê de, du jinên girtî ku heta niha nasnameya wan nehatiye zelalkirin, her yek bi 30 sal cezayê zîndanê hatine cezakirin.

Her wiha Mehdî Celal ku berê melayê olî bû, di dozeke din de li dadgeha taybet a melayan bi hinceta ji dîn derketin cezayê darvekirinê lê hatiye birîn.

Li aliyê din, rêxistinê nasnameya herî kêm 20 girtiyên bawermendên olî yên li Zîndana Navendî ya Urmiyeyê aşkere kir ku her yek ji wan ji 6 mehan heta 10 sal û rojekê bi zîndanê hatine cezakirin.

Navên wan girtiyan jî wiha ne: Yequb Muradî, Îbrahîm Jiyanî, Areş Agahî, Esed Mihemedîyan, Awîne Qeyteranî, Çiya Nesrulahî, Resûl Yûsif, Siyamend Elîpûr, Hêmin Ehmedî, Emîn Dilnişîn, Şehriyar Xizir, Cefer, Wezîr Zersaw, Re hîm Asare, Efşîn, Areş Qulîzade, Mîhran Nîrumendî, Kamyar Şêxhî, Mewlûd Ateşbar û Seadet Taşke. Ev girtî ji mafên weke destûr, azadiya bimarj û çareseriya bijîşkî ya li derveyî zîndanê hatine bêparxistin.

Li Zîndana Navendî ya Îlamê, du birayên werzîşvan ên bi navên Emîrelî û Emad Zakerîferd ku di xwepêşandanên Çileya 2026’an de hatibûn girtin, piştî rûbirûbûna îşkenceyên giran ên laşî û derûnî di girtîgeha Supaya Pasdaran de, ji bo bicihanîna cezayên xwe sewqî zîndanê hatin kirin. Li dadgehê cezayê 35 û 33 sal zîndan û qamçiyan li ser van her du birayan hatiye birîn.