Rûsya bajarokek Ukraynayê kontrol kir

Hêzên Rûsyayê ragihand ku bajarokê Ochertin li herêma Donetsk a li rojhilatê Ukraynayê kontrol kir.

Rûsya bajarokek Ukraynayê kontrol kir
5 gulan, 2024   16:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Rûsya diyar kir ku hêzên wan bajarokê Ochertin ê li herêma Donetsk a li rojhilatê Ukraynayê kontrol kir. 

Wezareta Parastinê anî ziman ku hêzên Rûsyayê bajarokê Ochertin ê komara Donetsk bi temamî rizgar kir.

Ochertin 15 kîlome metre li bakurê rojavayê Avdiivka dikeve.

Fermandarê artêşa Ukraynayê Oleksandr Sirsky di hefteya borî de got Kiêv ji 3 gundên li herêma Donetsk vekişiya.

Di demeke berê de hêzên asîmanî yên Ukraynayê li ser telegramê ragihandibû ku pergala wan a asîmanî ji eslê 24 balafirên bêmirov ên Rûsyayê yên ji bo êrişkirina xaka Ukraynayê, 23 balafir rûxandin.

(fr)