Rûsya: 2 bajarok hatin kontrolkirin, komeke leşker radest bûn

Rûsya ragihand ku wê bajarokên Ukraynayê kontrol kirin û komek leşkerên deryayî xwe radest kir.

Rûsya: 2 bajarok hatin kontrolkirin, komeke leşker radest bûn
14 mijdar, 2025   15:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro ragihand ku hêzên wê bajarokên Orestopol ê kantona Dnipropetrovsk û Rog ê Komara Donetskê kontrol kirine.

Ajansa Nûçeyan a TASS’ê ragihand ku komek leşkerên deryayî yên Ukraynî piştî ku ji çeperên xwe yên li bajarê Dmitrov reviyane, radestî hêzên Rûsyayê bûne.

Li gorî heman ajansê, ’’leşkerên xwe radest kirine, girêdayî Lîwaya 38’emîn ne, beriya 2 mehan bi zorê hatine seferberkirin û demek berê biryara teslîmbûnê dane, lê li benda kêliya herî ewle ne.’’

Şêwirmendê serokê Komara Gel a Donetskê, Igor Kimakovsky got ku bi hezaran leşkerên Ukraynî li Dmitrovê asê mane û da zanîn ku leşker di navbera du vebijêrkan; girtin an mirin de ne.

(bb)