DYA dê çekan bifroşe Taywanê

DYA'yê ji Çileyê dema destpêkirina wezîfeya serokatiyê Donald Trump cara yekemîn firotina çekan ji bo Taywanê erê kir. Tê payin ku biryar ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Taywanê roja Înê bê ragihandin.

DYA dê çekan bifroşe Taywanê
14 mijdar, 2025   15:16
NAVENDA NÛÇEYAN 

Washington, li gel zexta Çînê ya bi îdiaya serweriyê dike jî piştevanê herê xurt ê Taywanê ye. Pekîn îdia dike ku girav parçeyek ji xaka wê ye û eger pêwîstî pê hebe wê bi bikaranîna hêzê Taywanê bixe bin kontrola xwe.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Taywanê de hate gotin, "Ev yek firotina destpêkê ya çekan a ji bo Taywanê ye ku ji aliyê rêveberiya Trump a nû ve hatiye ragihandin" û hate gotin, biryar ji aliyê Wezareta Karên Derve ya DYA'yê ve hatiye erêkirin.

Li gorî daxuyaniya Ajansa Hevkariya Ewlekariya Parastinê ya DYA'yê, Taywanê ji bo F-16, C-130 û Şervanên Parastina Xwecihî (IDF) parçeyên cîgir, aksesûar û piştgiriya sererastkirin û lênihêrînê xwestibû.

Serokdewletê Taywanê Lai Ching-te ji ber zexta leşkerî ya Çînê ya li dora giravê soz dabû ku lêçûnên parastinê zêde bike.

Artêşa Taywanê li gel ku xwedî pîşesaziya xwe ya parastinê ye, tê gotin eger bi Çînê re şer bike wê di asteke mezin de kêm bimîne. Ji ber vê yekê pêwîstiya giravê gelekî bi çekên DYA'yê heye.