Rustem Ebas bû sekreterê Partiya Kombûna Nîştimanî

Rustem Mihemed Ebas wek sekreterê Partiya Kombûna Nîştimanî ya ya Demokratîk a Kurdistanê hat hilbijartin.

Rustem Ebas bû sekreterê Partiya Kombûna Nîştimanî
29 nîsan, 2024   15:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreterê Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê Mihemed Ebas 20’ê Nîsanê ji ber nexweşiyê wefat kiribû. Partiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku kurê Mihemed Ebas, Rustem Mihemed Ebas wek sekreterê partiyê hatiye hilbijartin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Komîteya Navendî ya Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê civîneke awarte li avahiya xwe ya li Qamişloyê li dar xist. Ev civîn ji piştî wefata sekreterê giştî yê partiyê Mihemed Ebas ve ya yekemîn e tê lidarxistin. Di dawiya civînê de endamên partiyê heval Rustem Mihemed Ebas wek sekreterê partiyê hilbijart da ku partî têkoşîna sekreterê nemir Mihemed Ebas bidomîne.

Mihemed Ebas ji bo mafên gelê Kurd li Sûriyeyê û doza wî ya adilane tê koşiya. Bi Rêveberiya Xweser bawer bû ku wekî çareseriya herî guncaw ji tevahî aloziyên li Sûriye û herêmê û dikare hêviyên gelê Sûriyeyê di azadî û jiyaneke rumet de bi cih bîne, dirxand, lew ra ji kesên pêşîn bû ku beşdarî rêveberiyê bû."

(bb)

ANHA