Qanûna Dabeşkirina Îdarî sibe tê erêkirin

Reşnivîsa Qanûna Dabeşkirina Rêveberiyên Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê hat nîqaşkirin. Qanûn wê sibe pêşkêşî erêkirina Meclisa Gelan a Demokratîk bê kirin.

Qanûna Dabeşkirina Îdarî sibe tê erêkirin
Qanûna Dabeşkirina Îdarî sibe tê erêkirin
Qanûna Dabeşkirina Îdarî sibe tê erêkirin
Qanûna Dabeşkirina Îdarî sibe tê erêkirin
Qanûna Dabeşkirina Îdarî sibe tê erêkirin
Qanûna Dabeşkirina Îdarî sibe tê erêkirin
29 nîsan, 2024   15:47
REQA

Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi armanca gotubêjkirina reşnivîsa Qanûna  Dabeşkirina Rêveberiyên Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, civînek li dar xist.

Civîn li avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li Reqayê, bi beşdariya Desteya Seroketiyê ya Meclisa Gelan, Komîteya Qanûnî ya Meclisa Gelan û Hevseroka Komîseriya Bilind a Hilbijartinan Rûken Mela Îbrahîm pêk hat.

Di civînê de reşnivîsa qanûna dabeşkirina rêveberiyan ku ji 5 xalan pêk tê, hat xwendin û nîqaş li ser hat meşandin.  

Qanûn sînorên kanton, bajar û bajarokan diyar dike.

Li gorî agahiyên ji beşdarên civînê hatine girtin, reşnivîs wê sibe ji bo erêkirinê pêşkêşî Meclisa Gelan a Demokratîk bê kirin.

(mh)

ANHA