Rûspiyên Til Birakê: Em rê nedin zêdegavî û herikîna xwînê

Şêx û rûspiyên eşîrên bajarê Til Birakê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê piştgiriya xwe bi QSDˈê re ragihand û got "Em ê erd û rûmeta xwe biparêzin. Em rê nedin zêdegavî, êriş û rijandina xwînê."

Rûspiyên Til Birakê: Em rê nedin zêdegavî û herikîna xwînê
12 kanûn, 2024   14:39
HESEKÊ

Şêx û rûspiyên eşîrên Ereb û Kurd ên bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê helwesta xwe li hemberî êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê nîşan da.

Daxuyanî bi amadebûna şêx û rûspiyên herêmê, endamên partiyên siyasî û şêniyan li pêşiya navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat dayîn.

Cîgirê serokê Meclisa Qebîleya El Cibûr a Ereb Ehmed El Hiwêder daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin û hate gotin: "Dewleta Tirk a dagirker sûd ji ketina rejîmê û vekişîna hêzên wê ji bajar û parêzgehan wergirt û dest bi zêdegaviyan kir. Dewleta Tirk ji bakur heya başûrê Sûriyeyê sazî û çekên artêşa rejîma hilweşiyayî talan kirin û dest danî ser  kapasîteyên dewletê."

Rûspiyan piştgiriya xwe bi QSDˈê re anîn ziman û rola wê di parastina destkeftiyên herêmê û ewlehiya wê destnîşan kirin. Hate gotin: "Em rûspî û şêxên herêma Til Birakê serketina li dijî zordariyê li gelê Sûriyeyê pîroz dikin. Em teqeziyê li ser yekitiya xaka Sûriyeyê dikin. Em bi QSDˈê re ne. Di heman demê de em banga diyalogên navxweyî dikin ku dikare herikîna xwînê bisekinîne, rûmet û xaka welat biparêze. Em ê erd û rûmeta xwe biparêzin. Em ê rê nedin zêdegavî, êriş û herikîna xwînê."

(bb)

ANHA