Li Dêr Hafirê wesayitek çeteyan hat rûxandin

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li Dêr Hafirê bersiva tund da çeteyên artêşa dewleta Tirk a dagirkar û 2 ji wan kuştin, wesayitek jî rûxand.

Li Dêr Hafirê wesayitek çeteyan hat rûxandin
12 kanûn, 2024   14:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ajansa me ji herêmê ragihandine, komên çete yên artêşa Tirk a dagirker êrîşê herêmê Dêr Hafir kirin. 

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jî bersiva da û pevçûn derketin. Di encama pevçûnan de 2 çete hatin kuştin û wesayîtek wan hate bêbandorkirin.

(a)

ANHA