Rûspiyên Igêdat: Sebra me neceribînin, em û QSDˊê yekîneyeke hevgirtî ne

Rûspiyên êla Igêdat diyar kir ku ew li kêlek QSDˊê ne û got: "QSDˊê ji bo rizgarkirina me ji terorê hêza yekane bû û berdêlên mezin dan."

Rûspiyên Igêdat: Sebra me neceribînin, em û QSDˊê yekîneyeke hevgirtî ne
8 tebax 2024   18:41
DÊRAZOR

Gelek şêx û rûspiyên êla Igêdat li bajarokê Cidêdit Igêdat kom bûn û beşdarî daxuyaniya şermezarkirina êrişên Şamê bûn. Hevserokê Şaredariya Cidêdit Igêdat Ewad Remedan El Dirês daxuyanî xwend.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Li ser navê me û navê tevahî xelkê êl û eşîran em êriş û sûcên ku rejîma Sûriyeyê û qaşo Dîfa El Wetenî yê girêdayî wê li herêmên me yên Dêrazorê pêk tînin şermezar dikin. Wan malên welatiyên hedef girtin, welatî şehîd xistin û gelek welatî jî birîndar kirin.

Careke din kesên ji bo berjewendiyên aliyên derve li dijî eşîr û gelê me ajantiyê dikin, rûyên xwe aşkera kirin. Di bin navê hêzên eşîran de kiriyarên xwe dikin, lê tu têkiliya wan bi eşîran re tune ye, tenê çete ne û li ser belavkirina alozî û tevliheviyê û qetilkirinê tev digerin.

Rûspiyên eşîra Igêdat berê jî gotibû li kêlek QSDˊê ne û niha li ser helwesta xwe ne. Hêza yekane ya ku berdêlên giran ji bo rizgarkirina me ji terorê dane, QSDˊê ye. QSDˊê nîşaneya rûmetê ye ku em li ser singê xwe datînin û bi lehengiya wê serbilind in. Dema me herêmên xwe ji terorê rizgar kirin xwîna eşîr û pêkhateyan tevlihev bû, em li dijî tevahî gefan li ser helwesta xwe ne. Ji ber ku şervanên QSDˊê ji eşîr û xelkê me ne. Me soz daye gelê xwe ku berdêl çi dibe bila bibe em ê herêmên xwe ji êrişan biparêzin.

Me ji rêxistina DAIŞˊê ya terorîst gelek êş û azar kişandin. QSDˊê li Baxozê dawiya DAIŞˊê di aliyê erdnîgarî de anî. Em nahêlin tu aliyekî me mecbûr bike gavê paş de biavêjin.

Em wan aliyên hewl didin yekitiya me ya nîştimanî û baweriya me bi QSDˊê têk bibin hişyar dikin sebra me neceribînin. Em û QSDˊê yekîneyeke hevgirtî ku nayê parçekirin e, hêz û derfetên me hene ku li hember tevahî êrişan bisekinin. Lê di heman demê de em dixwazin aştî û ewlehî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê misoger be.

Em spasiya helwesta rûspî û şêxên eşîrên xwe dikin ku bi maf û edalet bi QSDˊê re sekinîn û komploya aliyên dixwestin herêmên me parçe bikin têk birin.

Em bang li gelê xwe ji eşîr, ciwan û mezinan dikin ku nekevin xefka ajandeyên bigûman û yên hewl didin destkeftiyên şoreşa me têk bibin. Divê em ji van lîstokên aliyên dijber hişyar bin ku hewl didin qetilkirin û aloziyê li herêmên me belav bikin.

Em spasiya QSDˊê û fermandarên wê dikin ku bi zanabûn û exlaqekî bilind bi bûyerê re tev gerî ku zirar bi sivîlan nebe û sivîl ji qada pevçûnan bi dûr xist. Her wiha QSDˊê hewl dide bûyerê dorpêç bike û nehişt bibe şerekî vekirî, ji ber tenê bersiva êrişan da, xelk, mal û milkên wan ên giştî û taybet parastin."

(fr)

ANHA