Şandeyên Pakistanî û Qeterî li Îranê ne

Di çarçoveya hewldanên dîplomatîk de ji bo kontrolkirina şer û gihîştina rêkeftinekê di navbera Îran û DYAˊyê de, Serfermandarê artêşa Pakistanî, şandeyên Pakistanî û Qeterî li Îranê ne.

Şandeyên Pakistanî û Qeterî li Îranê ne
22 gulan, 2026   21:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên ewlehiyê yên ji Îslamabadê ku bi AFPˊê re axivîn, serfermandarê artêşa Pakistanî Asim Munîr ku welatê wî pêşengiya hewldanên navbeynkariyê di navbera Tehran û Washingtonê de dike da ku şerê li Rojhilata Navîn bi dawî bibe, gihîşt Îranê. Hemwextî wê şandeyên Pakistanî û Qeterî jî gihîştin Îranê.

Çavkaniyan got ku serfermandar Munîr îro (în) ji bo serdaneke fermî çû Îranê û dê li wir bi rêberên Îranî re hevdîtinan bike.

Medyaya Îranê jî duh ragihandibû ku Tehran li benda serdana Munîr bû. Ji ber ku roleke teware di gera danûstandinên Nîsanê li Îslamabadê de lîst."

Li gorî Reutersˊê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî, tîmeke danûstandinê ya Qeterî bi hevrêziya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) gihîşt Tehranê da ku ji bo bidawîkkirina şer rêkeftinekê îmze bikin.

(fr)