Ronîza Mihemed Elî ya ku di êrişa Tişrînê de birîndar bûbû şehîd bû

Welatiya bi navê Ronîza Mihemed Elî ya ku di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker a 15ˋê Çileyê ya li dijî berxwedêrên li Bendava Tişrînê birîndar bûbû de, îro di nexweşxaneyeke Kobanê de şehîd bû.

Ronîza Mihemed Elî ya ku di êrişa Tişrînê de birîndar bûbû şehîd bû
22 ÇILE, 2025   16:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê sûriyeyê ragihand ku welatiya bi navê Ronîza Mihemed Elî ya ku di êrişa 15ˋê Çileyê ya li dijî berxwedêrên Bendava Tişrînê de birîndar bûbû, şehîd bû.

Artêşa Tirk a dagirker di 15ˋê Çileyê de yekser berxwedêrên li Bendava Tişrînê nobedarî dikirin bombebaran kiribû, di encamê de karkerê tenduristiyê Omer Hesen û hev du hevjîn Hêza Mihemed û Edhem Elî, endamê Meclisa Rêveberiya Xweser a kantona Firatê Osman Îbrahîm şehîd bûbûn û 19 sivîl jî, di nav de xwendekar Ronîza Mihemed Elî, birîndar bûn. Îro jî Ronîza Mihemed Elî li yek nexweşxaneyên Kobanê gihîşt asta şehadetê.

(fr)