Mamosteyan êrişên dagirkeran şermezar kirin û piştgirî da QSD`ê

Bi hezaran mamosteyan li bajarên Til Temir, Dirbêsiyê û Şedadê yên kantona Cizîrê bi xwepêşandanan êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin û piştgirî da QSD’ê.

22 ÇILE, 2025   15:52
HESEKÊ

Li bajarên Til Temr, Dirbêsiyê û Şedadê yên kantona Cizîrê xwepêşandanên girseyî ji aliyê mamosteyan ve hatin lidarxistin. Mamosteyan êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin û piştgiriya xwe ji bo QSD anî ser ziman. Di xwepêşandanan de dirûşmên "Bijî Berxwedana QSD'ê" û "Bijî berxwedana Bendava Tişrîn" hatin berzkirin û alên QSD`ê û wêneyên şehîdan û pankartên "Na ji sûcên dewleta Tirk re" hatin hildan.

TIL TEMIR

Bi sedan şênî, mamoste û xwendekarên bajarê Til Temirê tev li xwepêşandanê bûn ku li ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajêr dest pê kir. Xwepêşandêr li kolanên sereke geriyan û li Çerxerêya Qendîl kom bûn. Li wir rêvebirê navenda perwerdeyê li Til Temirê Xidir El Elêwî axivî û bal kişand ser girîngiya piştgiriya QSD`ê.

El Elêwî got: "Em mamoste rêya nifşên nû ronî dikin. Em bi serbilindî û bi rûmet dibêjin em li kêleka hêzên xwe ne ku rûmet û axa xwe diparêzin.”

El Elêwî tekezî li ser yekitiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û banga hevgirtinê û piştgiriya QSD`ê kir.

DIRBÊSIYÊ

Xwepêşandana li bajarê Dirbêsiyê ku bi sedan mamoste, xwendekar û endamên sazî û partiyên siyasî beşdar bûn, ji Qada Jinan ber bi Çerxerêya Gardînayayê ve pêk hat. Li çerxerêyê endama rêveberiya dibistanên bajarê Dirbêsiyê Zozan Erebo daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser sivîlên li bendava Tişrînê hatin şermezarkirin û hate gotin ku êrişên li dijî sivîlan sûcên şer in.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku QSD li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker berxwedaneke lehengî nîşan dide û hate gotin ku ev êriş dê nekarin vîna wan hêzan û gelên herêmê yên li kêleka wan, bişikînin.

ŞEDADÊ

Li bajarê Şedadê jî mamosteyan xwepêşandaneke girseyî li dar xist. Mamosteyên bajar û navçeyên Mergeda û El Dişîşa û nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdarî xwepêşandanê bûn.

Xwepêşandanê ji pêşiya Navenda Ciwanên Şoreşger dest pê kir û ber bi navenda bajêr ve bi rê ket.

Li ser navê Yekitiya Mamostayan mamoste Elî El Cerad di xwepêşandanê de axivî. El Cerad tekezî li ser piştgiriya mamosteyan a ji bo QSD`ê û got: "Sûriye ji bo hemû sûriyeyiyan e, ew dikarin biryarê li ser çarenivîsa welatê xwe didin û wî welatî dûrî dagirkeran ji nû ve ava dikin.”

Xwepêşandan bi berzkirina dirûşmên piştgiriya ji bo QSD`ê bi dawî bûn.