Şêniyên Kobanê ji bendava Tişrînê: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin

Şêniyên Kobanê yên ku li bendava Tişrînê çalakiya nobedariyê dikin, destnîşan kir ku ew ê heta nefesa xwe ya dawîn berxwedana xwe bidomînin. Şêniyan komkujiya dewleta Tirk a li gundê Berxbotanê jî şermezar kir.

Şêniyên Kobanê ji bendava Tişrînê: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
19 adar, 2025   03:45
BENDAVA TIŞRÎN
DICLE EHMED

Li hember komkujiya hovane ya artêşa Tirk a dagirker a li mezrayeke di navbera gundên Qumcî û Berxbotanê yên Kobanê de ku di encamê de 9 endamên malbatekê şehîd bûn, şêniyên Kobanê yên li bendava Tişrînê diyar kir ku ew ê heta nefesa xwe ya dawîn berxwedana xwe bidomînin.

Şêniya bi navê Şêrîn Mistefa ku ev çend roj e li Bendava Tişrînê li ber xwe dide, got: "Komkujiyên dewleta Tirk a dagirker di sala 2015'an de ji Helebceyê heta Kobanê û heta Komkujiya Berxê Batanê, hemû bi yek armancê pêk tîn,ew jî tunekirina gelê Kurd e. Cîhan jî vê yekê temeşe dike. Lê em gelekî berxwedêr in, vîna me naşike. "

Şêrîn wiha dewam kir, "Em bang li cîhanê dikin ku ji bo rawestandina van komkujiyan bikevin nava liv û tevgerê. Dagirkeriya Tirk hewl dide vîna me bişkîne, lê em naşikên. Çiqas êriş bikin jî serkeftin ya me ye. "

Receb Cumaa jî der barê mijarê de axivî û wiha got: "Komkujiyên li ser gelê Kurd gelek in, lê kujer yek e, ew jî dewleta Tirk e. Ji Helebce heta Kobanî, heta bendava Tişrînê, Tirkiye li ser  xwîna gelê Kurd dijî.”

Receb wiha dewam kir: “Em xwediyên felsefeya berxwedanê ne, vîna me nayê şikandin. Dagirkerî û xayîn wê bimirin, lê em ê li ber xwe bidin. Em ê heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe bidin, ji ber ku berxwedan jiyan e.”

Dayika 3 zarokan Îslam Elî jî wiha got: “Gelo sûcê vê malbata ku di xew de hat qirkirin çi ye? Em gelên aştîxwaz in, em ji aştiyê hez dikin û me tu carî êrişî tu kesî nekiriye. Ev xak xaka bav û kalên me ye, çima em bê sedem tên kuştin.”

Îslam her wiha got: “Em ê heta nefesa xwe ya dawî berxwedana xwe bidomînin û piştgiriyê bidin hêzên xwe. Dewleta Tirkiyeyê ya dagirker dibêje ku misilman e, lê ji Îslamê û nirxên mirovahiyê dûr e. Em ji bo parastina Bendava Tişrînê li vir in û berdêla wê çi be bila bibe em ê dest ji wê bernedin.”

(k)

ANHA