Ronahî TV: 13 salên xebatê

Ji roja destpêkirina weşanê heta roja îro ve, Ronahî TV hewl dide xwe bigihîne armancên xwe yên avakirina civakeke polîtîka-exalqî xwe dispêre azadiya jinê, parastina jîngehê û biratiya gelan.

Ronahî TV: 13 salên xebatê
Ronahî TV: 13 salên xebatê
Ronahî TV: 13 salên xebatê
Ronahî TV: 13 salên xebatê
Ronahî TV: 13 salên xebatê
Ronahî TV: 13 salên xebatê
Ronahî TV: 13 salên xebatê
Ronahî TV: 13 salên xebatê
Ronahî TV: 13 salên xebatê
Ronahî TV: 13 salên xebatê
21 mijdar, 2024   09:00
HESEKÊ
HINAR ÎBRAHÎN

Wekî roja îro di sala 2011’an de gelên Sûriyeyê di serî de gelê Kurd li pêşberî destpêka weşana kenalekê bûn ku kenala yekemîn a veguhastina rastiyê wekî xwe hemwextî şoreşa gelêrî bû.

ŞOREŞÊN BIHARA GELAN Û BANDORA RAGIHANDINE

Dema ku şoreşên bihara gelan di 2010’an de li Tûnisê dest pê kir û di Adara 2011’an de gihîşt Sûriyeyê, gelek dezgehên ragihandinê ji bo xizmetkirina berjewendiyên dewletên Îslamî yên ku hewl dida destê xwe deynin ser herêmê û gelên wê,dest bi belavkirina propagandaya jehrkirî di nav civakên Rojhilata Navîn de, kir.

PÊWISTIYA HERÊMÊ BI RAGIHANDINA AZAD Û SERBIXWE

Ji ber wê jî, pêwistî bi ragihandinekê hebû ku bûyeran wekî xwe ji civakan re veguhêzin. Li vir, kenala Ronahî TV di Cotmeha 2011’an de dest bi weşanê kir û bal kişand ser dozên herêmê û bûyerên ku diqewimin. Ronahî TV nirxên azadî û demokrasiyê bi rêya bernameyên xwe yên siyasî, çandî û civakî dan rûniştandin.

DESTPÊKA JI BRÛKSELÊ: WEŞANEK BI DERFETÊN KÊM Û ARMANCÊN MEZIN

Kenala Ronahî TV ji paytexta Belçîkayê, Brûkselê dest bi weşanê kir. Di serî de weşan rojane 3 saet bû. Ji 2014’an ve, êdî weşana wê domdar bû û tê de kadirên ragihandinê yên pispor bi zimanên Kurdî û Erebî cih girtin.

HEBÛN OMER SALVEGERA 13’EMÎN A DAMEZIRANDINA RONAHÎ TV PÎROZ KIR

Pêşkêşvana  Hebûn Omer salvegera 13’emîn li hemû karmend û damezirînerên Ronahî TV taybetî şehîdên ragihandinê yên ku ji bo veguhastina rastiyê xwe feda kirine, pîroz kir.

PEYAMA KENALÊ JI DEMA DAMEZIRANDINÊ VE

Hebûn Omer destnîşan kir ku kenala Ronahî TV bi armanca veguhastina bûyerên li Sûriyeyê û ku bibe dengê gelên herêmê, hat damezirandin.

Hebûn Omer diyar kir ku kenalê bi derfetên kêm û hejmareke hindik a ekîbên karmendan, dest bi weşanê kir.

DERBASKIRINA ZEHMETIYAN Û AVAKIRINA Û EKÎBEKE PISPOR

Hebûn Omer diyar kir ku Ronahî TV ji dema damezirandina xwe ve gelek zehmetî derbas kirin, di serî de kêmbûna ekîbên pispor ên ragihandinê li Rojavayê Kurdistanê bû. Ev jî hişt ew ji tecrûbeyên kenala Roj TV sûd bigire. Bi demê re, hêdî hêdî Ronahî TV nûçegihan ji seranserî Rojavayê Kurdistanê li gorî pêdiviyên xwe, amade kirin.

GUHARTINEKE MEZIN

Hebûn Omer diyar kir ku ji 2014’an ve, weşana bernameyên ji Rojavayê Kurdistanê dest pê kir. Di 2017’an de jî weşanê rasterast ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ku navenda wê bajarê Qamişlo bû, dest pê kir.

Hebûn Omer destnîşan kir ku îro bi sedan rojnamevan ji tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di Ronahî TV de cih girtine û kenal bêrawestan, zêdetirî 20 bernameyên bi zimanên Kurdî û Erebî diweşîne.

BERNAMEYÊN KU REWŞA GELAN VEDIBÊJIN

Bernamyên siyasî, civakî, çandî, dozên jinan û yên ciwanan girîngiyê didin vegotina daxwazên gel û geşedanên şoreşê. Ev jî pabendiya kenalê bi veguhastina rastiyê û xizmetkirina dozên herêmê nîşan dide.

BÊRÎTAN XALID: KENALA RONAHÎ TV DENGÊ RASTIYÊ YE

Pêşkêşvan Bêrîtan Xalid destnîşan kir ku Ronahî TV dengê rastiyê ji bo tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û karmendên wê tevî êrişan her tim hewl didin wê pêş bixin.

ARMANCA RONAHÎ TV: CIVAKEKE EXLAQÎ YA SIYASÎ Û AZADIYA JINAN

Bêrîtan Xalid destnîşan kir ku Ronahî TV ji destpêka damezirandina xwe ve, hewl da bigihîje armancên ku ji bo wan hatiye damezirandin. Ew jî avakirina civakeke exlaqî ya siyasî li ser bingeha azadiya jinan û parastina ekolojiyê û biratiya gelan in.

JI TARIYÊ DERKET RONAHIYÊ

Bêrîtan Xalid destnîşan kir ku Ronahî TV bi veguhastina rastiyan bê ku tiştî tê de biguherîne, di derxistina pêkhateyên herêmê ji tariyê ber bi ronahiyê de, lîst .

13 SALÊN ZEHMETÎ Û TÊKOŞÎNÊ

Bêrîtan Xalid diyar kir ku Ronahî TV di 13 salan de rastî gdlek zehmetiyan hat û got: “Nûçegihanên kenalê di rewşên herî dijwar de û hemwextî êrişên li dijî herêmê dixebitîn, lê dîsa jî wan peyama xwe bi lehengî gihand.

FEDAKARIYA RAGIHANDINÊ

Nûçegihanê kenala Ronahî TV Mustefa Mihemed ku pêngava rizgarkirina Minbicê dişopand, di wê pêngavê de şehîd bû û nûçegihanên din di dema şopandina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê de birîndaf bûn.

WEŞANA NÛ: TEQEZKIRINA NÛKIRIN Û NÊZÎKBÛNA JI RASTIYÊ

Bêrîtan Xalid diyar kir ku di weşana nû ya Ronahî TV de, dê girîngî ji bo mijarên li gorî pêdiviyên gelên herêmê û ragihandina bûyeran bi awayekî ji rastiyê nêzîk, were dayîn.

Di dawiya axaftina xwe de Bêrîtan Xalid got: “Tevî hemû zehmetiyan, em ê ji bo pêkanîna armancên ku ji bo wan kenal hatiye damezirandin, têkoşînê bidomînin.”

(mh)

ANHA