Li Reqayê panela xurtkirina rola jinan li Sûriyeyê

Jinên ji Reqayê diyar kir bêyî beşdariya jinan di hemû qadan edaleteke mayînde pêk nayê û destnîşan kir ku "Beşdariya jinan şeretekî bingehîn ê pêkanîna edaleta rasteqîn û lihevhatina nîştimanî ye. Bêyî dengê jinan edalet kêm e û birînên kûr ên civakê derman nabin."

Li Reqayê panela xurtkirina rola jinan li Sûriyeyê
Li Reqayê panela xurtkirina rola jinan li Sûriyeyê
Li Reqayê panela xurtkirina rola jinan li Sûriyeyê
Li Reqayê panela xurtkirina rola jinan li Sûriyeyê
30 hezîran, 2025   16:00
REQA

Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi hevkariya Nivîsgeha Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê panelek bi sernavê "Girîngiya rola jinan di edaleta pêvajoya veguhêz de" li dar xist. Jinên çalakvan, hiqûqnas, nûnerên saziyên sivîl û akademîsyen beşdarî panelê bûn ku li hola civînan a avahiya Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya bajarê Reqayê hat lidarxistin.

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Kantona Reqayê Xedîce El Ceref têgeha edaleta pêvajoya veguhêz weke amûra pêkanîna aştiya navxweyî û lihevhatina nîştimanî şîrove kir.

Xedîce destnîşan kir ku divê rola jinan di vê qonaxa dîrokî de ku Sûriyeyê tê re derbas dibe were xurtkirin û jin beşdarî xebatên aşkerakirina binpêkirin û belgekirina wan û di siyaseta lihevanînê û jinûve avakirinê bibin.

Beşdaran der barê mijarê de diyar kir ku bêyî beşdariya rasteqîn a jinên ku bûne mexdûrên şer edalet pêk nayê. Her wiha dane zanîn ku temsîla jinan di desteyên edaletê û navendên biryardanê de bingeha pêkanîna edaleteke mayînde ye.

Di dawiyê de rêvebera Nivîsgeha Rêxistinî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Fida El Meşleb encamnameya panelê xwend.

Di encamnameyê de bal hatiye kişandin li ser van xalan:

- Divê jin  beşdarî komîteyên rastîn û dadgehên taybet ên eşkerekirina sûcan bibin.

-Divê jin beşdarî sazkirin û pêkanîna mekanîzmya edaleta pêvajoya veguhêz bibin û rola wan di navendên biryardayînê de were pêşxistin.

-Beşdariya jinan şeretekî bingehîn ê pêkanîna edaleta rasteqîn û lihevhatina nîştimanî ye. Bêyî dengê jinan edalet kêm e û birînên kûr ên civakê derman nabin.

-Binpêkirinên veşartî wekî tundiya zayendî û koletiyê ku li ser jinan tên meşandin, divê werin aşkerakirin.

-Der barê edaleta pêvajoya veguhêz de divê nêrînên mexdûran bên girtin.

-Bi armanca belgekirina binpêkirinan û gihandina wan bo saziyên têkilkdarî, divê komîteye ji hemû partiyên siyasî û saziyên sivîl werin avêtin.

- Divê jinên li komîn û meclisan xwe bighînin tevahiya jinan.

(bb)

ANHA