Rojnameyên erebî; rûdanên dawîn dibe ku Hizbullah û Îsraîlê bikişînin nava şerekî mezintir

Rojnameyên erebî di weşanên xwe de cih da aloziya di navbera Hizbullah û Îsraîlê de, hilbijartinên Ewropayê û Brîtanyayê û kar û barên Lîbyayê.

Rojnameyên erebî; rûdanên dawîn dibe ku Hizbullah û Îsraîlê bikişînin nava şerekî mezintir
5 tîrmeh 2024   11:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat têkildarî rewşa dawîn a li Lubnanê nûçeyek bi sernavê "Kuştin û encamên wê dê Hizbullaha Lubnanê û Îsraîlê bikişîne nav şerekî ku naxwazin çêbe" weşand.

Rojnameyê di nûçeya xwe de diyar kir ku îhtîmal heye rewş ji bin kontrolê derkeve û şerekî giran rû bide ku kesek vê yekê naxwaze.

Rojnameyê destnîşan kir ku her du aliyan ji destpêka şer ve ragihand ku naxwazin şer berfirehtir bibe. Di heman demê de navbeynkarê amerîkî Amos Hochstein got du aliyan li ser formeke lihevkirinê ji bo rawestandina şer, li hev kiriye. Gelek aliyên din destnîşan kirin ku Îran û Amerîka naxwazin şer firehtir bibe û di vî alî de li hev dikin.

Rojnameyê îşaret bi kuştina gelek fermandarên Hizbullahê ji aliyê Îsraîlê ve û bersivdayîna Hizbullahê kir ku bi dijwarî baregehên Îsraîlê bombebaran kirin.

Li gorî rojnameyê fermandariya leşkerî ya Îsraîlê li xwe mikur hatiye ku Hizbullah hîna bersiva operasyonên şer ên Îsraîlê û hedefgirtina fermandarên xwe li gorî lihevkirina di navbera Washintgon û Tehranê de, dike.

‘TECRÎD ZORÊ DIDE EL DEBÎBE KU BI QAHÎREYÊ RE LI HEV WERE’

Rojanemya El Ereb El Londoniye diyar kir ku El Debîbe li asta derve û hundir di tecrîdê de ye ku aliyên lîbyayî yên leşkerî û siyasî ji bo avakirina hikumeteke nû di nava hewldanan de ne û diyar e civata navneteweyî û şandeyê NY`yê ev yek qebûl kiriye.

Li gorî rojnameyê serdanên El Debîbe ji dewletên din re li gorî salên borî kêm bûne. Çavdêr vê yekê bi paşketina baweriya bi hikumeta wî ve girê didin.

Rojnameyê ku agahiyên xwe ji çavkaniyên misirî wergirtine, da zanîn ku zêdebûna projeyên Misirê li rojhilat û rojavayê welêt, razîbûna El Debîbe li ser van projeyan, peyameke erênî dide Misirê.

‘BEROVAJÎ EWROPAYÊ ÇIMA BRÎTANYAYÊ BERÊ XWE DA KARKERAN?

Malpera El Hura bal kişand ser encamên hilbijartinên Brîtanyayê ku hilbijêran dengê xwe da Partiya Karkeran ku di encamê de piraniya kursiyên parlamentoyê bi dest xistin û dawî li serdema Partiya Muhafezekeran anî ku 14 sal bû li ser desthilatê bû. Hemwextî wê rastgirên tund li Ewropayê serwer bûn.

Malperê nûçeya xwe li ser raporeke CNN’a amerîkî amade kir ku encamên hilbijartinan, bi hilbijartinên Ewropayê ve girêdayî ne, piştî ku hilbijêran dengê xwe dan partiyên rastgir.

Malperê bi bîr xist ku vê hefteyê li Hollandayê, hikumeteke rastgir a tund hate avakirin, dê li Îtalyayê jî hikumeta wisa bê avakirin.

Di rapora malpera El Hura de, sedemên gihaştina rastgirên tund a ser desthilatê hatine bibîrxistin ku girêdayî paşketina aboriyê ye, zêdebûna rêjeya koçberiyê, bihabûna enerjiyê û ji ber vê yekê gelek kes loman ji Yekitiya Ewropayê û siyasetên wê dike.

(şx)