Partiya Karkeran di hilbijartinên Brîtanyayê de bi ser ket

Ji encamên pêşîn ên hilbijaritnên parlamentoyê ya Brîtanyayê diyar bû ku Partiya Karkeran piraniya kursiyên parlamentoyê bi dest xistiye.

Partiya Karkeran di hilbijartinên Brîtanyayê de bi ser ket
5 tîrmeh 2024   11:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî encamên dawî, Partiya Karkeran 410 kursî bi dest xistin. Ku ji bo di Kamaraya Avam de bi ser bikeve tenê pêdiviya wê bi 326 kursiyan hebû. Kamaraya Avam ji 650 kursiyan pêk tê. Ev encam wê bibe sedem ku Partiya Karkeran piştî muxalefeta 14 salan, hikûmeta xwe ya siberojê bi tena serê xwe ava bike.

Lîderê Partiya Karkeran Keîr Starmer ku wê welat bi rêve bibe, soza “nûbûna neteweyî” da û got: “Ev wê hêsan nebe, lewma ez soz nadim.”

Serokwezîrê Îngilistanê Rîshî Sûnark roja Îniyê daxuyanî da, têkçûna muhafazakaran qebûl kir û “berpirsyariya vê yekê” girt ser xwe. Rîshî Sûnak got: “Partiya Karkeran di vê hilbijartina giştî de, bi ser ket.”