Ji gerîlayên azadiyê çalakiyên hewayî 

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di 4 çalakiyên hewayî de 5 leşkerên artêşa Tirk a dagirker ceza kirin, wesayîtek leşkerî, cebilxaneyek îmha kir.

Ji gerîlayên azadiyê çalakiyên hewayî 
5 tîrmeh 2024   13:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir. 

Di daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya HPG’ê hat belavkirin de, ev agahî hatin parvekirin:

“Ji bo bîranîna fermandara me ya fedayî ya Apoyî Axîn Mûş ku Endama Konseya Fermandariya HPG û YJA Starê ye û fermandariya Tabûra Nemiran û Eyaleta Amedê kiriye, Yekîneya Şehîd Axîn Mûş hate avakirin.

Yekîneya Şehîd Axîn Mûş bi amûrên hewayî 4 çalakiyên cuda lidar xistin.

Yekîneya me ya Şehîd Axîn Mûş 4’ê Tîrmeha 2024’an dagirkerên ku xwestin li qada Sergelê bi cih bibin kirin hedef.  Du caran dagirkerên ku li hev kom bûne, carekê wesayîta zirxî ya tîpa kîrpî û carekê jî cebilxaneya aydê dagirkeran ji hewayî ve hatin lêdan. Di 4 çalakiyên hewayî de, bi giştî 5 dagirker hatin cezakirin, wesayîta zirxî ya bi tîpa Kîrpî û cebilxaneya aydê dagirkeran hatin îmhakirin.”