Li Derayê endamekî îstîxbarata hikumeta Şamê hat kuştin

Li Derayê di êrişa komeke çekdar de endamekî îstîxbarata leşkerî ya hikumeta Şamê hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Li Derayê endamekî îstîxbarata hikumeta Şamê hat kuştin
8 tîrmeh, 2024   12:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevliheviya li bajarê Derayê ya di bin serweriya hikumeta Şamê de, dewam dike.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) li bajarokê Newa yê li rojavayê Derayê, di êrişa komeke çekdar a nenas de, endamekî beşa îstîxbarata leşkerî ya hikumeta Şamê hat kuştin û yekî din jî birîndar bû.

Li gorî daneyên SOHR’ê, ji destpêka îsal ve di encama 190 bûyerên tevliheviyê de 224 kes hatine kuştin.

(bb)

ANHA