Rejîma Îranê kolberek qetilkir û 4 kolber birîndar kirin

Di encama êrişa hêzên çekdar ên rejîma Îranê de kolberek xelkê Selasî Bawecan ya li sînorê Newsud jiyana xwe ji dest da û 4 kolber jî birîndar bûne.

Rejîma Îranê kolberek qetilkir û 4 kolber birîndar kirin
8 tîrmeh, 2024   13:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Medya Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku di danê sibehê de hêzên çekdar ên rejîma Îranê, li sînorê Newsude ya Kirmanşanê êrişî komek kolber kirin.

Di encama êrişê de kolberek xellkê Selasî Bawecan yê bi navê Eyub Mihemed hate kuştin û 4 kolber jî birîndar bûn.

Her wiha hate destnîşankirin ku 4 kolberên ku birîndarbûne li nexweşxaneya Qudis ya bajarê Pawe têne dermankirin, lê nasnameya wan nehate diyarkirin.

Hêjayî gotinêye ku li gorî bîlançoya herî dawî ya Kolbernews’ê ragihandî di 6 mehên destpêkê yên îsal de 270 kolber li deverên cuda yên sînorên Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin û birîndarkirin ku ji vane 20 kes dibin temenê 18 salî de bûn.