Rojnameyên erebî: Xweseriya Kurdan kilîta yekitiya Tirkiyeyê ye

Rojnameyên erebî diyar kir ku xweseriya Kurdên Bakurê Kurdistanê dikare rê li ber welatekî herî aram, pêşketî û yekbûyî veke. Der barê serdana wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî bo Tehranê de jî hate gotin, serdan jî deriyên nû yên nêzîkbûna Kendav-Îranê vedike. Her wiha hat destnîşankirin ku şerê bazirganiyê bandorê li aboriya global dike.

Rojnameyên erebî: Xweseriya Kurdan kilîta yekitiya Tirkiyeyê ye
18 nîsan, 2025   11:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de bal kişand ser pêşniyarên avakirina rêveberiyeke xweser ji bo Kurdên li Bakurê Kurdistanê, têkiliyên Kendav-Îranê û şerê bazirganiyê yê di navbera DYA û Çînê de.

‘XWESERIYA KURDAN KILÎTA YEKITIYA TIRKIYEYÊ YE’

Rojnameya El Ereb a Londonê ragihand ku xweseriya Kurdan dikare derfetê bide avakirina dewleta Tirk li ser esasê hevkarî û naskirinê.

Rojnameyê wiha nivîsand: "Li gorî Kurdan xweserî nayê wateya parçekirina Tirkiyeyê, belkî rê li ber avakirina dewletek hevsengtir vedike ku bikare cihêrengiya xwe ya navxweyî bigire."

Rojnameyê cih da nirxandinên lêkolîner Şiwîn Yap ku dibêje: "Xweseriya Kurdan ne veqetîn e, belkî îfadeya nasnameya zindî ya di nava dewleteke yekbûyî de ye."

Rojnameyê bi domdarî destnîşan kir: "Xweserî Tirkiyeyê parçe nake, belkî yekitiya wê li ser zemîneke adil û hevseng ji nû ve saz dike. Naskirina mafên Kurdan nayê weteya lawazkirina dewletê, lê belê tê wateya gihaştina wê. Dîrokê em hîn kirine ku zilm dilsoziyê çênake, lê bi naskirinê re hevkariyeke nîştimanî ya xurt çêdike. Xweseriya herêmên Kurdan li Tirkiyeyê dê rê li ber welatekî herî aram, pêşketî û yekbûyî veke. Ji bo avakirina herêmeke xweser a bi bandor, divê parlamentoyeke herêmî û rêveberiyek bi awayekî demokratîk werin hilbijartin, ku rêveberiyeke bikêrhatî û nûnertiya xwecih misoger bike."

SERDANA WEZÎRÊ PARASTINÊ YÊ EREBISTANÊ BO ÎRANÊ

Rojnameya El Xelîc jî bal kişand ser serdana wezîrê parastinê yê Erebistana Siûdî Xalid Bin Selman bo Tehranê. Rojnameyê ev serdan wek "Gaveke erênî ku rê li ber aramkirina herêmê û sepandina rêgezên nû yên tevkariyê yên li ser esasê berjewendiyên hevpar û ji hev bawerkirinê vedike" pênase kir.

Rojnameyê der barê dema vê serdanê de jî destnîşan kir ku ev serdan di demeke pir girîng de pêk hat û hate gotin: "Nemaze beriya hevdîtinên DYA-Tehranê ku dê li Romayê werin kirin." Hate diyarkirin ku ev hevdîtin dibe nîşaneyên pêvajoyeke nû ya têkiliyên di navbera hêzên mezin û welatên Kendavê de bide diyarkirin.

Rojnameyê her wiha cih da hevdîtinên nerasterast ên li Ummanê ku di navbera rayedarên DYA û Îranê de hatibûn kirin jî û diyar kir: "Hevdîtinên li Mesqetê hatin kirin, xaleke sereke ya veguherînê bû, ji ber ku deriyê li pêşiya hevdîtinên nerasterast ên di navbera Tehran û Washingtonê de vedike. Ev jî hêviyên bidawîkirina aloziyên demdirêj ên li herêmê geş dike."

‘KÎ DÊ AGIRÊ TRUMP VEMIRÎNE?’

Rojnameya Okaz a Siûdiyê bal kişand ser şerê bazirganî yê di navbera DYA û Çînê de ku bi polîtîkayên serokê DYA’yê Donald Trump bi dirûşma "Parastina Ewlehiya Neteweyî û Teşwîqkirina Pîşesaziyên Amerîkayê" dest pê kir.

Rojnameyê destnîşan kir: "Tedbîrên parastinê yên Trump ên wekî sepandina bacên mezin, bûn sedema reaksiyonên aborî yên tund. Bi taybetî ji aliyê Çînê ve ku bac danî ser bi sedan hilbirênên amerîkî."

Rojnameyê destnîşan kir: "Encamên vî şerî tenê bi paşketina bazirganiya cîhanî re sînordar namîne, di heman demê de pirsên bingehîn ên li ser gerdûnîbûn, bazirganiya azad û rola dewletê di parastina pîşesaziyê de ji nû ve anîne rojevê. Her çend hin ku ev şer bandorek neyinî li hin saktoran kiribe jî, lê hinek din jî sûdê jê girtin. Ev jî bû sedema ku nîqaşa li ser polîtîkayên parastinê bi xurtî di qada aborî û siyasî bibe rojev."

(bb)