Rojnameyên erebî: Tehrîr El Şam bûye serêşiyek ji Enqereyê re

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de tevgerên li herêmên Sûriyeyê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, rojevên serdana serokwezîrê Iraqê ya li DYA’yê û civîna Konseya Ewlehiyê ya der barê Xezayê  de nirxandin.

Rojnameyên erebî: Tehrîr El Şam bûye serêşiyek ji Enqereyê re
25 adar, 2024   11:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb têkildarî rewşa li herêmên Sûriyeyê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, nûçeyek bi sernavê "Li bakurê Sûriyê bi sponseriya Tirkiyeyê tevgerên nû yên leşkerî" weşand. 

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku tevgerên bilez ji aliyê “hikumeta demkî ya Sûriyeyê” ve hene û armanca van tevgeran ew e ku çeteyên ’Ceyş El Wetenî El Sûrî’ bikin yek. Hate destnîşankirin ku ev tevger di çarçoveya hewldanên nû yên Tirkiyeyê yên li bakurê Sûriyeyê de têne kirin û herî zêde dê bandorê li çeteyên ’Tehrîr El Şam’ bike.

Di nûçeyê de hat bibîrixstin ku ev tevgera ji aliyê ’hikumeta demkî’ ve hemwextî aloziya mezin a parçebûnê ya di nava çeteyên ’Tehrîr El Şam’ de û xwepêşandanên gel ên li gelemperiya Idlibê û hin gundewarên Helebê  tê kirin.

Rojnameyê cih da nirxandinên çavdêran ên li ser hewldana yekkirina çeteyên ’Tehrîr El Şam’. Hat diyarkirin ku mijara yekkirina çeteyên koma navborî vedigere fermanên Tirkiyeyê û Tirkiye ditirse rewş ji kontrola wê derkeve, lewra hewl dide rewşa li bakur ji nû ve bi rêxistin bike.”

Li gorî rojnameyê, çavdêr diyar dikin ku Tirkiye hewl dide xwe ji krîza ku çeteyên ’Tehrîr El Şam’ rû bi rû ne, dûr bixe û ev nirxandin hat kirin: "Ev yek nîşan dide ku Enqere ji tiştên ku diqewimin, rehet e. Xwestek heye ku vê Heyet Tehrîr El Şam biçûk bixe, ji ber ku ne tenê li pêşiya her çareseriyeke girêdayî Sûriyeyê, di heman demê de ji bo Enqereyê ku dê nekare wê kontrol bike, bûye pirsgirêk."

‘EL SÛDANÎ AMADEKARIYÊN SERDANA WASHINGTONÊ DIKE’

Rojnameya El Exbar a Lubnanê jî ragihand ku serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya El Sûdanê dê 15’ê Nîsanê serdana Washingtonê bike. Rojnameyê ku agahiyên xwe ji çavkaniyên nêzî hikumeta Iraqê wergirtine, ev agahî da: "Serdana serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya El Sûdanî ya ji bo Washingtonê ku biryare 15’ê Nîsana bê pêk were, bi gelek dosyayên ku komî ser hev bûne dagirtî ye. Ji wan dosyayan; hebûna DYA’ê ya li Iraqê, cezayên ku Washingtonê li bankên Iraqê birî ne, operasyonên ku Muqawme li dijî baregehên DYA’yê, her wiha pereyên cemidî yên îranî yên di bankên bazirganiyê yên iraqî."

Li gorî çavkaniyan "Mîna vê serdana îstîsa wê bêyî nameyên îranî yên li ser asta dosyaya nukleerî, hewlesta Îranê ji bûyerên li Xezayê û gefên wê yên li ser ketiyên DYA’yê yên li Deryaya Sor derbas nebe. Ji ber vê yekê El Sûdanî hewl dide têkiliyek dualî ya dûrî aloziyan ava bike.”

‘PÊŞNÛMEYA WELATÊN ENDAMÊN NEDAÎMÎ YA TÊKILDARÎ XEZAYÊ DÊ NEKEVE BER VETOYA DYA’YÊ’

Rojnameya El Quds el Erebî cih da civîna Konseya Ewlehiyê ya NY’yê ya der barê pêşnûmeya agirbesta li Xezayê de. Li gorî nûçeyê “2 çavkaniyên dîplomatîk ên payebilind got pêşnûmeya ku dewletan di Konseya Ewlehiyê de saz kirine, dê neyê vetokirin. Li gorî çavkaniyekî, ji bo 5 dewletên endamên daîmî dengê erê hatiye mîsogerkirin ku veto bi kar neynin. Dîplomatekî din diyar kir ku dewletên pêşnûme pêşkêş kirine, hin dîplomatên Ereb agahdar kirine ku dê di civîna sibeha duşemê saet 10.00`an de veto neyê bikaranîn.”

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku pêşnûmeya heyî ji 3 xalan; pêkanîna agirbestê di meha Remezanê de, pêwîstiya derbaskirina alîkariyên mirovî ji bo sivîlên li Xezayê û mijara derbaskirina alîkariyan bi çavdêrî pêk were, pêk tê.

(bb)