Artêşa dagirker li Şehbayê welatiyek qetil kir

Artêşa Tirk a dagirker li gundê Bêlûniyê yê kantona Efrîn û Şehbayê êrişî welatiyan kir. Di encama êrişê de welatiyek şehîd bû.

Artêşa dagirker li Şehbayê welatiyek qetil kir
25 adar, 2024   11:10
NAVENDA NÛÇEYA

Dewleta Tirk a dagirker duh di saetên piştî nîvro de gundê Bêlûniyê yê navçeya Til Rifetê ya kanona Efrîn û Şehbayê topbaran kiribû.

Dagirkeran welatiyên ku di nava zeviyên xwe de kar dikir, kirin hedef. Di encamê de welatiyê bi navê Reşîd Hemo Ebdulhenan (36) bi giranî birîndar bû. Reşîd Hemo li Nexweşxaneya Avrîn jiyana xwe ji dest da.

(bb)

ANHA