Rojnameyên erebî planên dewleta Tirk ên li Sûriyeyê nirxandin

Rojnameyên erebî destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide li Sûriyeyê valahiya li şûna Îranê çêbûye, dagire û hegemonyaya xwe li Sûriyeyê fireh bike. Rojnameyan têkildarî Xezayê jî diyar kir ku nakokiyeke zelal di navbera armancên Trump û Netanyahu de heye.

Rojnameyên erebî planên dewleta Tirk ên li Sûriyeyê nirxandin
5 sibat, 2025   10:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de serdana serokê desthilata Şamê bo Tirkiyeyê û rewşa Xezayê nirxandin.

‘PEYMANA PARASTINÊ REWABÛNÊ DIDE HEGEMONYAYA DEWLETA TIRK A LI SÛRIYEYÊ’

Rojnameya El Ereb ku bal kişand ser hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên avakirina 2 baregehan li Sûriyeyê û wiha nivîsî: "Tirkiyeyê hewl da bandora xwe li Sûriyeyê biparêze û hewldanên xwe yên ku bi salan ji bo rûxandina Beşar Esed kiribûn, bidomîne. Tirkiye vê carê bi rêya peymaneke parastinê ya li gel rêveberiya nû 2 baregehên leşkerî li naverasta Sûriyeyê ava bike da ku hebûna xwe ya rasterast li welat biparêze û xaka Sûriyeyê ji bo çalakiyên xwe yên leşkerî bi kar bîne."

Rojnameyê cih da nirxandinên çavdêran ên der barê hewlên dewleta Tirk de jî û ev tişt diyar kir: “Peymana nû ya ewlehiyê asta plansaziya Tirkiyeyê ya li herêmê diyar dike. Ev jî dide xuyakirin ku dewleta Tirk hewl dide aloziyên li herêmê bi kar bîne û ji bo xwe veguherîne derfetan. Li gorî çavdêran, dibe ku peymana parastinê destpêka peymanên din be ku rê li ber şîrketên Tirkiyeyê veke da ku dest deynin ser aboriya Sûriyeyê. Serokên şîrket û komeleyên tirkî jî dibêjin ew rêyên nû yên barkirinê vedikin û ji bo pêşxistina enerjiya hilberîna Sûriyeyê planên razemeniyê çêdikin."

Li gorî rojnameyê, Enqere xwe amade dike ku roleke mezin di Sûriyeya nû de bilîze û valahiya ku Îranê hiştiye dagire, bandora xwe li herêmê berfirehtir bike ku hevrikiyê bi welatên Kendavê re bike û Îsraîlê bi fikar bike.

‘GELO LI XEZAYÊ ŞER DÊ JI NÛ VE DEST PÊ BIKE?’

Rojnameya El Quds El Erebî jî rewşa Xezayê û mijarên bigirêk nirxandin. Li gorî rojnameyê "Têkildarî Xezayê, di navbera armancên Netanyahu û El Muqaweme de nakokî hene. Netanyahu dibêje divê hêza leşkerî ya dagirker heya qedandina bi temamî ya Hemasê bimîne, lê Muqaweme dibêje heya dagirker bi temamî neçin ew çek danaynin. Di dan û standinên qonaxa duyemîn a Peymana Dohayê ya li ser Xezeyê de, ev ne tenê mijara bigirêk e. Du mijarên din jî hene; ya yekem bi hebûna hêzên Îsraîlî li korîdora Fîladelfiyayê ve girêdayî ye û ya duyem jî şêwaza birêvebirina dergehan e. Rola Yekitiya Ewropayê û Misirê bi xwezaya rêkeftina der barê rêveberiya demkî ya li Xezeyê ve girêdayî ye. Lê Îsraîl dixwaze rêveberiya Filistînê yan Hemasê nebe beşeke wê rêveberiyê."

Rojnameyê diyar kir ku heya Netanyahu ji Washingtonê venegere û nerînên her du serokan zelal nebin, dan û standinên cidî yên der barê qonaxa duyemîn de pêk nayên. Hate gotin, mesafeyek di navbera siyaseta DYA’yê û hegemonyaya Îsraîlê ya li Rojhilata Navîn de heye, xetere jî ew e ku planeke Ereban der barê siberojê de tune ye.

(bb)