Rêveberiya Xweser çêkir, dagirkeran bombebaran kir: 200 hezar kes bê av man

Dewleta Tirk a dagirker di 3 salên dawî de 4 caran Stasyona Avê ya Şêxlera Jorî bombebaran kir. Rêveberiya Xweser her carê stasyon ji nûve çêkir, lê dagirkeran dîsa bombebaran kir û 200 hezar kes bê av hiştin.

Rêveberiya Xweser çêkir, dagirkeran bombebaran kir: 200 hezar kes bê av man
5 sibat, 2025   10:38
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

Stasyona avê ya li gundê Şêxlera Jorîn a li rojavayê Kobanê di sala 1998`an de hatiye avakirin. Stasyonê pêdiviya avê ya herêmeke ku derdora 200 hezar kes lê dijîn pêşwazî dikir. Lê ew jî wekî tevahiya navendê xizmetê yên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê bûye hedefa êrişên dewleta Tirk a dagirker. 

Stasyon li qera Çemê Firatê ku dikeve beramberî navçeya Cerablûsê ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de. Lewma bûye yek ji deverên ku her tim dibin êrişên dewleta Tirk û çeteyên de ye.

RÊVEBERIYA XWESER ÇÊDIKE DAGIRKER BOMBEBARAN DIKIN

Li gorî agahiyên rêveberiya Saziya Avê ya Kantona Firatê, ji bilî êrişên bi topên hawanan ên hema bêje her roj çêdibin, balafirên dewleta Tirk jî di 3 salên dawî de 4 caran stasyon bombebaran kiriye. Di sala 2023’yan de carekê, sala 2024’an carekê û sala 2025’an jî 2 caran hatiye bombebarankirin.

PIŞTÎ KU BENDAVA TIŞRÎNÊ JI XIZMETÊ DERKET, STASYONÊ PÊDIVIYA AVÊ BI CÎH DI ANÎ

Dema dewleta Tirk û çeteyên wê ji 8’ê Kanûna 2024’an bi taybetî Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaq kirin hedefa êrişên xwe, pirsgirêka av û ceyranê careke din derket. Nexasim bendava ku pêdiviya av û ceyranê ya piraniya herêma Firatê pêşwazî dikir, ziyan dîtibû.

Desteya Enerjiyê ya Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê 10’ê Kanûna 2024’an bi daxuyaniyekê diyar kir ku Bendava Tişrînê ji ber êrişan zirar dîtiye û ji xizmetê derketiye, lewma av û ceyrana Kantona Firatê qut bûye.

Piştî van êrişan Rêveberiya Kantona Firatê Stasyona Avê ya Şêxlera Jorîn careke din çêkir û pêdiviya avê ya zêdetirî 200 hezar kesî pêşwazî kir.

Lê balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker 2ˋyê Sibata 2025ˋan careke din stasyon bombebaran kir. Di encamê de piraniya herêmê bê av maye. Rêveberiya kantonê hewl dide ku pirsgirêkê çareser bike. 

HEVSEROKÊ SAZIYA AVÊ: ME STASYON XIST DEWREYÊ LÊ…

Hevserokê Saziya Avê ya Kantona Firatê Mesûd Bozî, derbarê mijarê de ji ANHA’yê re axivî û têkildarî xebatên xwe agahî parve kirin.

Mesûd Bozî, da zanîn ku Bendava Tişrînê pêdiviya av û ceyranê ya Kantona Firatê ji sedê 70 ‘ê pêşwazî dikir, lê di encama bombebarên dewleta Tirk de ji xizmetê derket, lewma piraniya stasyonên avê yên ku ceyrana xwe ji bendavê digirtin sekinînin û herêmên Kobanê û Sirîn û gundewarên wan bê av man.

Bozî, destnîşan kir ku piştî bendav ji xizmetê derket, wan Stasyona Avê ya Şêxlera Jorîn careke din sererast kiriye, bi jeneratoran ceyran daye û pêdiviya avê ya herêmê pêşwazî kiriye. Lê 2’yê Sibatê (2025) balafirên şer careke din bombebaran kiriye û ji xizmetê derxistiye.

Bozî, da zanîn ku stasyonê av dida bajarê Kobanê, gundên Şêxlera Jorîn, Şêxlera Jêrîn û zêdetirî 50 gundên rojavayê Kobanê. Bozî bibîr xist ku li van herêman zêdetirî 200 hezar kes bê av mane.

‘JI BO ÇÊKIRINA WÊ 500 HEZAR DOLAR PÊWÎSTIN’

Mesûd Bozî, anî ziman ku li stasyonê ziyanek gelekî mezin çêbûye û ji bo çêkirina wê 500 hezar dolar pêwîst dikin.

Bozî diyar kir ku ji bo welatî bê av nemînin, ew niha bi hevkariya şaredariyan, bi tankeran avê belav dikin. Li hinek deveran jî welatî bîrên avê yên ku berê hatine kolan bikar tînin û didin cîranên xwe.  

Mesût Bozî got ku ew ji bo çareseriya mayinde di nava hewldanan de ne, lê êrişên ku hîn jî didomin astengiyên mezin çêdikin. 

(fr/a)

ANHA