Rojnameyên Erebî Peymana QSD`ê û Şamê rave kirin

Rêkeftina di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Şamê bala çapemeniya Erebî kişandiye, çavdêr wê wek gaveke bingehîn ji bo yekitiya niştimanî dibînin.

Rojnameyên Erebî Peymana QSD`ê û Şamê rave kirin
12 adar, 2025   10:14
NAVENA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên îro, de barê rêkeftina di navbera Serokê destilata Şamê Ehmed El Şera û Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî de hate îmzekirin, nivîsîn.

 KÊLIYEKE DÎROKÎ Û GIRÎNG A SÛRIYEYÊ

Rojnameya Okaz ev peyman weke "demeke dîrokî" bi nav kir ku hêza yekitiya niştimanî ya Sûriyeyê li hemberî hewldanên parçebûnê û destwerdana derve pêk tîne. Rojnameyê destnîşan kir ku "Tevlîkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk di nava artêşa Sûriyeyê de têgeha artêşeke niştimanî ya yekgirtî xurt dike, ku tê de çek ber bi dijminê rast ve tênberê çekan têkeve singa dijmin, ne sînga gel".

Rojnameyê tekez kir ku "lihevkirina di navbera Şera û Ebdî de ne tenê tevgereke siyasî bû, lê belê peyameke zelal bû ku Sûriyeyê têk naçe, û ku xelkê wê karîne nakokiyên xwe derbas bikin û pirsgirêkên xwe bi tena serê xwe çareser bikin, bêyî destwerdana derve ku dixwaze welat perçe bike".

BÛYERÊN LI PERAVÊ PEYMANÊ BILEZTIR KIR.

Rojnameya El Ereb, diyar kir ku dema ragihandina rêkeftinê ne tesaduf bû, lê piştî zêdebûna aloziyan li navçeyên beravên Sûriyeyê pêk hat, ku diviyabû rêkeftin bi bilez pêk bê  ji bo kêmkirina aloziyê. Rojnameyê tekezî li ser wê yekê kir ku "QSD weke hêzeke rêxistinkirî û bi disîplîna leşkerî dikare roleke sereke di aramkirina rewşê û vemirandina fitneyê de bilîze".

PEYMAN SERKEFTINA SÛRIYEYEKE YEKGIRTÎ YE.

El Quds El Erebî diyar kir ku lihevkirin guherîneke girîng di Sûriyeyê de çêkir, û wiha nivîsî "tevî rola QSD`ê di parastina mafên Kurdan de, lê ji ber girêdana wê bi hevpeymaniya bi serkirdayetiya Amerîka re tim hatiye tawanbarkirin ku ew girêdayî hêzên derve ye. "

Rojnameyê destnîşan kir ku bi vê peymanê "yê serketî tenê Sûriyeya yekgirtî ye".

JI BO AVAKIRINA SÛRIYEYEKE NÛ GAVEKE ERÊNÎ

Rojnameya El Xelîc tekez kir ku rêkeftin "rewşa nesirûştî ya ku pêkhateya Kurd ji sala 2011an vir ve dijî bi dawî dike", û bal kişand ku "tevlîkirina QSD'ê di nava dewleta Sûriyeyê de dîmena siyasî û leşkerî ji nû ve dirust dike û derfeta avakirina Sûriyeyeke nû li ser bingeha demokrasî û dadperweriyê zêde dike".

Rojnameyê her wiha tekez kir ku "ev rêkeftin mafên destûrî û welatîbûna Kurdan misoger dike. "

(k)