Rojnameyên erebî nêzîkatiyên Şamê yên li hember şerê Xezayê û vebijêrkên Îranê nirxandin

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de cih da nêzîkatiyên hikumeta Şamê yên li hemberî şerê li Xezayê, vebijêrkên Îranê yên piştî kuştina lîderê Hemasê Yehya Sinwar, her wiha armancên siberojê yên Îsraîlê.

Rojnameyên erebî nêzîkatiyên Şamê yên li hember şerê Xezayê û vebijêrkên Îranê nirxandin
19 cotmeh, 2024   11:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb nûçeyek bi sernavê "Rejîma Sûriyeyê çawa sûdê ji rageşiya li herêmê werdigire?" weşand.

Rojnameyê diyar kir bêalîbûna hikumeta Şamê ya li hemberî şerê li Xezayê xwezaya têkiliyên sar ên di navbera Hemas û Şamê nîşan dide û ev nirxandin hat kirin: "Ji vir em fêm dikin ku tevî zextên Îranê û hewlanên rayedarên Hemasê yên normalîzekirina têkiliyan bi Şamê re, lê helwesta Sûriyeyê ya li hemberî Hemasê nehatiye guhertin."

Di dewama nûçeyê de hate gotin, ji berjewendiyên Rûsyayê ew e ku Sûriye nekeve nava şerekî herêmî da ku berjewendiyên wê yên li Rojhilata Navîn nekevin xetereyê.

Di nûçeyê de rewşa heyî ya li Rojhilata Navîn û Lubnanê bi taybetî wek "barometreya rastîn a ceribandinê ji bo Esed" bi nav kir da ku "Xweseriya biryara Sûriyeyê ji biryara Îranê piştrast bike. Ev yek dê ji Şamê re bibe piştevaniyeke mezin ku têkiliyên xwe bi dewletên Kendavê re, di serî de Erebistana Siûdî û Îmaratê re normalîze bike. Pê re dawî li rewşa îzolebûna navneteweyî were û ji cezayên DYAˈyê ku rêgeha jinûve avakirinê û têkiliyên aborî asteng dikin, bifilite."

ŞERQ EL EWSAT: NIYETÊN ÎSRAÎLÊ YÊN RAWESTANDINÊ NÎN IN

Rojnameya Şerq El Ewsat diyar kir ku Îsraîlê piştî kuştina lîderê Hemasê Yehya Sinwar û rûxandina hêza Hemasê, ji her demê bêtir bi hêz bûye û wiha hat domandin: "Dibe ku artêşa Lubnanê erka xwe ya parastina sînor pêk bîne û dawî li rola leşkerî ya Hizbullahê bîne. Ne wisa be Îsraîl dê operasyonên xwe yên leşkerî heya bihara bê bidomîne heya ku çekdarê herî dawî yê li Lubnanê reviyabe jî, biqedîne."

Rojnameyê bi bîr xist ku şer hîna bi dawî nebûye û ev nirxandin kir: "Hişyariyên rûbirûbûneke nû li eniya sêyemîn anku Sûriyeyê û eniya çaremîn anku bi Îranê re hene. Îsraîlê piştî ku Hemasê tune bike û piraniya kapasîteya Hizbullahê wêran bike, bi fikar e ku gefên Îranê li hemberî wê vegerin, nemaze ku baskên ji Iraqê heya Sûriyeyê dirêj dike."

‘KUŞTINA YEYHA SINWAR: VEBIJÊRKÊN ÎRANÊ Û BASKÊN WÊ LI HERÊMÊ ÇI NE?’

Rojnameya El Eyn El Exbariya cih da nirxandinên pisporê kar û barên Îranê yên der barê vebijêrkên Îranê yên piştî kuştina Sinwar de. Hate gotin: "Dibe ku rayedarên Tehranê 3 vebijêrkan hilbijêrin; rêzeserkeftinên leşkerî yên Îsraîlê paşguh bike û guh bide jinûve avakirina hêza xwe ya bi wekîlan, dibe ku hewl bide têkiliyên xwe bi hêzên rojavayî re xurttir bike. Dibe ku biryar be ku parastina rasteqîn a yekane ji Îsraîlê ˈvekolîna doktrîna nukleerîˈ û hewl bide uranyuma dewlemendkirî ya depokirî veguherîne çekên rasteqîn."

(bb)