Rojnameyên erebî: Lihevhatina muhtemel a Kurd û Tirkan dê dînamîkên herêmê biguherîne

Rojnameyên erebî diyar kir ku pêvajoya aştiyê ya Kurd û Tirkan ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd a berfireh derfeteke bêhempa ye û destnîşan kir ku lihevhatina Tirk û Kurdan xwedî potansiyelek e ku dînamîkên Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bike û bike nexşerêyek ji bo bidestxistina aştiya mayînde. Rojnameyan her wiha peyama Rêber Abdullah Ocalan wek vebijêrkeke stratejîk a aştiyê nirxand.

Rojnameyên erebî: Lihevhatina muhtemel a Kurd û Tirkan dê dînamîkên herêmê biguherîne
1 adar, 2025   10:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de cih da Banga Aşitî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan.

‘LIHEVHATINA MUHTEMEL A KURD Û TIRKAN DÊ DÎNAMÎKÊN HERÊMÎ JI NÛ VE SAZ BIKE’

Rojnameya El Ereb wiha nivîsand: "Lihevhatina muhtemel a Tirkiye û Kurdan ji bo bidawîkirina nakokiya ku zêdetirî 40 salan berdewam kiriye, xwedî potansiyelekê ye ku dînamîkên Rojhilata Navîn ji nû ve saz bike, ji ber ku welatên herêmê bi taybetî Iraq û Sûriye berjewendiya xwe di çareseriyeke aştiyane û domdar de dibînin.”

Rojnameyê destnîşan kir ku “Çavdêr texmîn dikin ku banga Ocalan a çekdanînê dê Kurdên Sûriyeyî teşwîq bike ku di dan û standinên siberoja xwe de bi Şamê re bi pêş de biçin, bêyî bandora derve yan gefên dagirkirinê yên Tirkiyeyê. Tê çaverêkirin ku Enqere jî bi heman rengî bersivê bide ku nehêle alîgirên xwe rasterast êrişî bakurê rojhilatê Sûriyeyê bikin.”

Li gorî rojnameyê; “Rayedarên Kurd dizanin ku Enqere û Şam dê sîstemeke federalî yan jî şêweyekî din ê xweseriyeke newekhev ji bo herêmê qebûl nekin û ji ber vê yekê ew armanc dikin ku sîstemeke nenavendî ya îdarî ya wekhev a maqûl ji bo tevahiya Sûriyeyê ava bikin. Derveyî rêya lihevhatina Kurd û Tirkan, dê destkeftiyên xwecih û herêmî yên bidawîkirina aloziyê dê dîrokî bin.”

‘BINGEHA PEYAMA OCALAN; AŞTÎ JI BO KURDÊN TIRKIYEYÊ BIBE VEBIJÊRKEKE STRATEJÎK’

Rojnameya El Erebî El Cedîd jî der barê mijarê de diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan serokê PDK’ê Mesûd Barzanî wek nûnerekî pêbawer ê diyalogên der barê pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê de dibîne.

Hate gotin: “Li Sûriyeyê jî Ocalan dibîne ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk a bi serokatiya Mezlûm Ebdî jî dikare bibe hêviya Kurdên Sûriyeyê yên bidestxistina mafên xwe di Sûriyeya nû de. Lê der barê Îranê de jî xuya nake ku Partiya Karkerên Kurdistanê dê doza Kurd li wir bilivîne.”

Li gorî rojnameyê; "Bingeha peyama Ocalan ew e ku aştî ji bo kurdên Tirkiyeyê bibe vebijêrka stratejîk û piştî salên bixwîn rûpela şerê çekdarî bê tewandin. Li gorî vê yekê, qonaxa bê dê maratoneke dan û standinên siyasî be. Tê çaverêkirin ku hêzên kurdî û navneteweyî ji bo çareserkirina pirsgirêka herî aloz li herêmê, çi li Tirkiyeyê û çi li Sûriyeyê be, beşdarî wê bibin.”

(bb)