Çalakvanên li Tişrînê di bin êrişan de Remezanê pêşwazî dikin

Çalakvanên berxwedana bendava Tişrînê bi minasebeta roja yekem a heyva Remezanê, ji bo pêkanîna îbadeta olî, rabûn paşîvê.

Çalakvanên li Tişrînê di bin êrişan de Remezanê pêşwazî dikin
Çalakvanên li Tişrînê di bin êrişan de Remezanê pêşwazî dikin
Çalakvanên li Tişrînê di bin êrişan de Remezanê pêşwazî dikin
Çalakvanên li Tişrînê di bin êrişan de Remezanê pêşwazî dikin
Çalakvanên li Tişrînê di bin êrişan de Remezanê pêşwazî dikin
Çalakvanên li Tişrînê di bin êrişan de Remezanê pêşwazî dikin
1 adar, 2025   09:37
TİŞRÎN
BAZ MORDEM

Di roja 53.emîn a berxwedana bendava Tişrînê de, çalakvanan bi minasebeta roja yekemîn ya heyva Remezanê, di bin siya êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de ji bo îbadeta xwe ya rojî girtinê pêk bînin rabûn paşîvê.

Çalakvanên bendavê bi hevkariya komînan piştî ku amadekariya erzaqên xwarin û vexwarinê pêk anîn, di saetên derengiyê şevê de dest bi belavkirina erzaqan kir paşîva xwe xwarin.

Çalakvanan têkildarî mijarê ji ajansa me ANHA'yê re axivîn.

Dayîka bi navê Besmehan Naesan ku cihê xwe di berxwedana bendavê de digre da zanîn ku beriya 4 rojan ji bajarê Kobanê berê xwe daye bendava Tişrînê û got: “Tevî zehmetiyên heyî di roja yekemîn a heyva Remezanê de em rabûne paşîvê. Em heyva Remezanê li hemû gelê Misilman pîroz dikin.”

Besmehan Naesan di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew ê îbadeta xwe ya rojiyê jî pêk bînin û heya dawî jî berxwedana xwe bidomînin.

Çalakvanê bi navê Hecî Mihemed jî da zanîn ku bi awayekî komînal wan amadekariya pêdiviyên heyva Remezanê kiriye û hêstên xwe wiha anî ziman: “Gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ji herêma Firatê heya Herêma Cizîrê, ji bo piştgiriya hêzên QSD’ê cihê xwe di berxwedaniya bendava Tişrînê de digire. Em heyva Remezanê li hemû gelê Misilman pîroz dikin.”

(bb)

ANHA