Rojnameyên erebî: Hevsengiya hêzê ya Sûriye û Hizbullahê guheriye

Rojnameyên erebî diyar kir ku eger Hizbullah qebûl neke ku bi çalakiyên xwe yên siyasî sînordar bimîne, dibe ku rastî pirsgirêkên hundirîn bibe. Rojnameyan sedema binkeftina desthilata Lîbyayê jî spart faktorên derve, şerê li ser serwetan û nebûna partiyên çalak.

Rojnameyên erebî: Hevsengiya hêzê ya Sûriye û Hizbullahê guheriye
7 sibat, 2025   10:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de rewşa li ser sînorê Lubnan-Sûriyeyê, her wiha rewşa Lîbyayê nirxandin.

‘PEVÇÛNÊN LI EL QISÊR GUHERTINA HEVSENGIYÊN HÊZÊ YÊN DI NAVBERA SÛRIYE Û HIZBULLAHÊ DE DIYAR DIKIN’

Der barê Sûriyeyê de rojnameya El Ereb wiha nivîsî: "Duh li herêma El Qisêr a li rojavayê Humsê di mudaxeleya li hemberî endamên Hizbullahê û çekdarên parêzvanên madeyên hişbirê de pevçûn derket. Piştî pevçûnan Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê sewqiyateke leşkerî ya mezin şand ser sînorê Sûriye-Lubnanê. Ev dide xuyakirin ku hevsengiyên hêzê yên di navbera Sûriye û Hizbullahê de ku heya demeke nêz herêm kontrol dikir û qaçaxçîtiya çek û madeyên hişbir diparastin, guherîne."

Li gorî rojnameyê ku cih daye nirxandinên çavdêran jî "Heke Hizbullah qebûl neke ku bi çalakiyên xwe yên siyasî tenê sînordar bimîne, hingî wê xwe li pêşberî pirsgirêkên navxweyî û derve re rû bi rû bimîne. Ji wan pirsgirêkan yek jî sînordarkirina kontrola wê ya li Lubnanê ye. Eger reva ber bi pêş ve tercîh bike dê rewabûna xwe ya mayî ji dest bibe, hingî dê bibe mîna mîlîsên ku hewl didin hin beşên herêmê kontrol bikin û qaçaxçîtiya çek, hişbir û kel û pelan dikin."

‘LÎBYAYEKE ARAM DÊ FÊDEYÊ BIDE HER KESÎ’

Rojnameya Şerq El Ewsat jî ku di rojevên xwe yên îro de cih daye rewşa Lîbyayê, diyar kir ku dema ku aramî pêk were, hingî îstiqrara Lîbyayê ku li ser “gola herî mezin a neft û avê ya Afrîkayê” ye, ji bo gel û cîranên wê sûdmend e.

Rojnameyê bal kişand ser sedemên binkeftina desthilata Lîbyayê û wiha nivîsî: "Gelek faktorên têkçûna desthilata Lîbyayê hene; faktorên derve, nakokiya parvekirina welat, partiyên şeklî û xweveşartina li pişt kirasê komên îdeolojîk, bi taybetî rêxistina Îxwan El Muslimîn."

Rojnameyê, aktîfkirina destûra 1951’an wek rêya vegerandina aramiyê li Lîbyayê destnîşan kir.

(bb)