Rojnameyên erebî: Hemas taktîka xwe diguherîne, xetereya DAIŞ’ê berdewam e

Şerê li Sûdanê û yê li Xezayê, her wiha xetereyên DAIŞ’ê, rojevên îro yên rojnameyên erebî ne.

Rojnameyên erebî: Hemas taktîka xwe diguherîne, xetereya DAIŞ’ê berdewam e
28 adar, 2024   10:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb der barê şerê li Sûdanê de nûçeyek bi sernavê "Şiyarbûna dereng a artêşa Sûdanê rê li ber şerekî dirêj vedike" weşand. 

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku artêşa Sûdanê piştî ku hêza xwe ya leşkerî dîsa komî ser hev kir, ber bi Um Dirman ve bi pêş dike û tevgerên leşkerî dikişîne nava xwe da ku li kêleka wê şer bikin. Her wiha hate ragihandin ku artêşa Sûdanê pêşdeçûna xwe ber bi rojavayê Um Dirman û taxa Dewha ve didomîne û hin dever xistin bin kontrola xwe.

Têkildarî pêşdeçûna artêşa Sûdanê ev nirxandin hatin kirin: “Artêş propagandayê dike ku hişyariya wê ya vê dawiyê, nîşana bidawîbûna aloziyê ye. Her wiha diyar dike ku dan û standinên siyasî tune ne û nîşaneya vê yekê ew e ku Hêzên Piştevaniya Lezgîn xwe komî ser hev dikin. Artêş îdia dike ku rewşa li ser erdê ber bi bidawîbûna "isyanê" ve diçe, lê belê ev propangda ne li gorî rastiya heyî ye, nemaze ku Hêzên Piştevaniya Lezgîn herêmên mezin wekî Xertûm, Um Dirman û Behrî û herêma Darfûrê kontrol kirine."

Di dewama nûçeyê de hate diyarkirin: "Eger artêş sozên xwe yên berê bi cih bîne, dibe ku pêşdeçûna wê bibe dehfeke erênî ber bi maseya diyalogê ve. Lê ev mijar ne diyar e; ji ber ku fermandarên wê di daxuyaniyên xwe de dan û standinan red dikin. Di heman demê de tevlêbûna rasterast a hin tevgerên leşkerî ya nava şer, dihêle ku çareseriya siyasî ne pêkan be; ji ber ku diyalog pêk werin hingî hêzeke sêyemîn heye hewl dide destkeftiyên zêdekir bi dest bixe.”

‘HEMAS TAKTÎKÊN XWE DIGUHERÎNE’

Rojnameya Şerq El Ewsat bal kişand ser şerê li Xezayê. Çavkaniyên filistînî ku agahî dane Şerq El Ewsatê, got Hemas siyaseta êrişên diyarker ên pêwîst li dijî artêşa Îsraîlê dimeşîne û endamên xwe naxe metirsiyê. Her wiha diyar kirin ku Hemas dixwaze beşeke hêzên xwe ji bo şerên di siberojê de bihêle.

‘XETEREYA DAIŞ’Ê HÎNA BI DAWÎ NEBÛYE’

Rojnameya El Nehar bal kişand ser êrişa DAIŞ’ê ya li salona konseran a bi navê ‘Crocus City Hall’ a li Moskovê û êrişa Çileya borî ya li bajarê Kirman ê Îranê. Hate gotin, tevî ku hebûna wan li Iraq û Sûriyeyê hatiye bidawîkirin jî lê DAIŞ hîna xetereyê li ser ewlehiya cîhanê çêdike.

Di dewama nûçeyê de hate gotin: "Êrişê li Moskovê careke din balê dikişîne ser xetereya DAIŞ’ê û çawa rêxistin, bi taybetî ya li Efganistanê, sûdê ji rewşên navneteweyî û şer digire. Pirsgirêka mezin hebûna bi hezaran çekdarên cîhadîst li kampa Holê ya li parêzgeha Hesekê ya bi desteka hêzên DYA’yê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve tê parastin. Li kampê çekdarên biyanî hene, lê welatên wan qebûl nakin wan û malbatên wan pêşwazî bikin. Êrişa li Moskovê mijara esasî tîne rojevê; rast e DAIŞ êdî Sûriye û Iraqê kontrol nake, lê dikare şaneyên xwe yên veşartî bilivîne û di her demekê de êriş bike.”

(bb)