Rojnameyên erebî: Entegrasyon li Sûriyeyê projeya herî girîng a Rojhilata Navîn e

Rojnameyên erebî entegrasyonê di navbera Kurdan û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de wek gava herî girîng a li Rojhilata Navîn nirxand. Rojnameyan diyar kir ku DYA ji bo operasyonên li dijî Îranê amadekariyan dike û Hizbullah li ser guhertinên navxweyî dixebite.

Rojnameyên erebî: Entegrasyon li Sûriyeyê projeya herî girîng a Rojhilata Navîn e
7 sibat, 2026   10:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de li ser rewşa li Sûriyeyê, zêdebûna arîşeya li dijî Îranê û pêşketinên li Lubnanê nivîsîn.

‘ENTEGRASYONA KURDAN LI SÛRIYEYÊ: PROJEYA HERÎ GIRÎNG LI ROJHILATA NAVÎN’

Rojnameya El Ereb entegrasyona giştî ya Kurdên li Sûriyeyê wek yek ji projeyên stratejîk ên herî berbiçav ên li Rojhilata Navîn pênase kir û wiha nivîsî: "Ji ber ku ew ji bo hikumeta Sûriyeyê erka wê ya navxweyî ye û bandorên wê li ser aramiya herêmê û rola wê ya navneteweyî di krîza Sûriyeyê de hene.

Piştî salên şerê navxweyî û dabeşbûnên etnîk û siyasî, entegrasyona Kurdan di dewleta Sûriyeyê de bûye gaveke girîng ji bo dûrketina ji şerê çekdarî ku dikare ji hêla hêzên herêmî yên wekî Îran, Rûsya û Tirkiyê û her wiha DAIŞ’ê ve were bikaranîn da ku kaosê li welat û herêmê pêk bîne.

Ev yekbûn her wiha ceribandineke ji bo Şamê ye ka çi qas dikare rêveberiyeke herêmî ya baş û zelal ava bike ku navendîbûnê kêm bike û aramiya siyasî pêk bîne.

‘AMADEKARIYÊN DYA`YÊ LI DIJÎ ÎRANÊ: ZEXTA DAN Û STANDINAN AN GURBÛNA LEŞKERÎ?

Rojnameya The Independent a Erebî ragihand ku wêneyên peykan, daneyên şopandina firînê û daxuyaniyên rayedarên parastinê yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) nîşan didin ku artêşa DYA`yê di meha Çileyê de bi dehan balafir şandin baregehên nêzîkî Îranê û nêzîkî 12 keştiyên şer li Rojhilata Navîn an derdora wê bi cih kirin.

Rayedarên DYA`yê diyar kir ku ev gav amadekariyên operasyoneke leşkerî ya li dijî rejîma Îranê ne, lê nayê wê wateyê ku dê êrişeke leşkerî pêk were.

GUHERTINÊN NAVXWEYÎ YÊN HIZBULLAHÊ

Rojnameya El Erebî El Cedîd bal kişand ser agahiyên têkildarî Hizbullah îstifaya rayedarê ewlehiyê yê navdar Wefîq Safa qebûl kiriye, bêyî ku heya niha daxuyaniyeke fermî ji hêla partiyê ve hebe.

Lê çavkaniyan diyar kir ku "Hizbullah pergala xwe ya navxweyî ji nû ve ava dike û di hin navend û cihan de gelek guhertin pêk anîne û desthilatên hin rayedaran, ên Wefîq Sefa jî, kêm kirine."

(k)