Li bajarê Mainzê yê Almanyayê bi hinceta ala YPG`ê meş hat astengkirin

Polîsên bajarê Mainzê yê Almanyayê bi hinceta rakirina alên YPG`ê nehiştin li dijî êrîşên li ser Rojava meş pêk were.

Li bajarê Mainzê yê Almanyayê bi hinceta ala YPG`ê meş hat astengkirin
7 sibat, 2026   10:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Mainzê yê Almanyayê çalakiyekî ku wekî mîtîng û meş hatibû plankirin, ji ber daxwaza polîsên Mainzê ya qedexekirina alayên YPG’ê, tenê di asta mîtîngê de ma.

Di axaftinên ku di çalakiyê de hatin kirin de hat bibîrxistin ku li Almanyayê der barê alayên YPG û YPJ’ê de tu qedexeyeke qanûnî nîn e û helwesta polîsên Almanyayê wekî " keyfî û provokatîf " hat dîtin. Polîsan şertê "hûn alayan daxînin, em ê destûr bidin meşê" danî ber çalakgeran, lê ev yek bû sedema nerazîbûneke mezin.

Axaftvanan nêzîkatiya polîsên Mainzê şermezar kirin û destnîşan kirin ku li Rojava ji bo ku ew al neyên xwarê berdêlên giran hatine dayîn. Di axaftinekê de hat gotin: “Li Rojava dijminên me nekarîbûn ala me daxînin. Şervanan ji bo ku ala me neyê xwarê heta dilopa dawî ya xwîna xwe şer kirin û şehîd bûn. Em ji bo ku ala xwe danexînin meşê nakin; em ê li vir daxuyaniya xwe bidin û mîtînga xwe bi dawî bikin.”

Çalakgeran li qada mîtîngê alayên YPG’ê hildan û helwesta polîsan a provokatîf protesto kirin. Mîtîng bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana YPG”, “Bijî Berxwedana YPJ” û “Gelê Kurd yek e” bi dawî bû.