Rojnameyên erebî: DYA normalîzekirina di navbera Riyad û Til Evîvê de dilezîne

Rojnameyên erebî vê sibê cih da serdana Blinken a ji bo Siûdiyê, gefa Hemasê ku veger Emmanê û dan û standinên agirbestê yên Hemas û Îsraîlê.

Rojnameyên erebî: DYA normalîzekirina di navbera Riyad û Til Evîvê de dilezîne
30 nîsan, 2024   11:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb El Londoniye bal kişand ser hewldanên Washingtonê ku dixwaze normalîzekirina di navbera Riyad û Til Evîvê de bi lez temam bibe û nûçeyek bi sernavê "Rêveberiya Biden beriya hilbijartinan kaxizên xwe yên herî dawîn dilîze û dîsa normalîzekirin xist rojevê" weşand. 

Li gorî rojnameyê, normalîzekirina têkiliyan di navbera Riyad û Til Evîvê de bûye pêwîstiyeke siyasî ya rêveberiya serokê DYA’yê Joe Biden û di heman demê de ji bo Siûdiyê jî bûye wesîleyek ku dixwaze tawîzan ji Amerîkayê bi dest bixe, ji bo ku ewlehiya xwe biparêze. DYA jî vê yekê baş nas dike, ji ber wê hewl dide di taktîkên xwe de duduliya Siûdiyê ya li hember normalîzekirinê ji holê rake.

Rojnameyê bi bîr xist ku wezîrê karên derve yê DYA’yê Antony Blinken di serdana xwe ya ji bo Riyadê de, li beramber lihevkirineke ewlehiyê di navbera Washington û Riyadê de, hevkêşeyeke diyar û zelal a normalîzekirinê pêşkêş kir.

Rojnameyê diyar kir ku ji vê hevkêşeyê yan jî lihevkirinê aşkera dibe ku ji bo rêveberiya Biden, gelek girîng e beriya hilbijartinan Îsraîl û Siûdiye li hev bikin, ji bo ku destkeftiyeke girîng bi dest bixe ku dijberên wê yên Komarparêz di serdema Donald Trump de nekarî di vî alî de tiştekî bi dest bixin.

‘ÇAVKANIYÊN URDUNÎ: GEFA HEMASÊ KU LI EMMANÊ VEGERE, ŞANTAJ E’

Rojnameya Şerq El Ewsat cih da daxuyaniyên çapemeniyê yên Tirkiyeyê û Îranê ku rêveberên tevgera Hemasê vedigerin Urdunê ku sala 1999`an jê derketibûn. Rojnameyê agahiyên xwe spartin çavkaniyeke ji Urdunê û ev daxuyanî bi "hewldanên şantajkirinê û nekêrhatî" wesifand.

Li gorî rojnameyê, rêveberê Hemasê Mûsa Ebû Merzûq ev daxuyanî daye û gotiye heke fişarê li wan bikin ku biçin Qeterê, dê vegerin Emmanê.

Rojnameyê li ser agahiyên ku heman çavkanî parve kirine, wiha nivisî: "Ebû Merzûq bi van daxuyaniyan dixwaze raya giştî ya urdunê bikişîne aliyê xwe. Her wiha Urdunê bi awayekî fermî şantaj dike. Mîna hewldanên berê yên serokê nivîsgeha siyasî ya Hemasê Xalid Meşel û fermandarên leşkerî yên tevgerê li Xezayê ku Urdunê bixin nav hesabên xwe yên siyasî.”

Rojnameyê di heman çarçoveyê de îşaret pê kir ku îhtimal heye tevger li Emmanê vegere lê belê dê li gorî şert û qanûnê be, dê tu rêxistinineke filistînê nivîsgehên xwe li Urdunê veneke. Ji destpêka şer ve Urdunê ragihandibû ku Desthilata Nîştimanî ya Filistînê nûnera rewa ya dewleta Filistînê û balyozxaneya wê ya li Emmanê ye.

‘ŞANDEYA HEMASÊ JI QAHÎREYÊ DERKET DA KU PÊŞNIYARA AGIRBESTÊ JI RÊVEBERÊN TEVGERÊ BIŞÊWIRE’

Der barê dan û standinên agirbestê yên Hemas û Îsraîlê de rojnameya El Erebî El Cedîd ku agahiyên xwe spartin çavkaniyên taybet, diyar kir ku piştî ku şandeya Hemasê bi rayedarên muxaberata giştî ya Misirê yên berpirsên dosyaya Filistînê re têkildarî agirbestê civiya,  şandeya Hemasê duh êvarê ji Qahîreyê derket û dê pêşniyara agirbesta nû li Xezayê bi rêveberên tevgerê re gotûbêj bike û îhtimal heye di demeke nêz de vegere Qahîreyê û bersiva xwe aşkera bike.

Duşemê malpera îbranî ya Earlier Monday ragihand ku Îsraîl li benda bersiva Hemasê ye û rayedarên îsraîlî gotine bedbîniyek têkildarî pêşniyara Misirê heye.

Rojnameyê da zanîn ku wezîrê karên derve yê Misirê Samêh Şukrî duşemê ragihandiye ku welatê wî ji pêşniyarê geşbîn e lê li benda bersiva Îsraîl û Hemasê ye.

(şx)