Rojnameyên erebî: Biryara dadgeriya Iraqê xelatkirina Tirkiyeyê ye

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de biryara dadgeriya Iraqê ya girtina 3 partiyên Kurdan wek xelatkirina dewleta Tirk nirxand. Rojnameyan têkildarî gefên Hûsiyan ên li ser peravên Deryaya Sor jî destnîşan kir ku ev gef serêşekê ji hêzên rojavayî re çêdike ku bi fikar in gef veguherin şerekî giştî.

Rojnameyên erebî: Biryara dadgeriya Iraqê xelatkirina Tirkiyeyê ye
8 tebax 2024   11:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de cih da biryara Encûmena Dadgeriya Iraqê ya girtina 3 partiyên siyasî yên Kurdan, aloziya li Deryaya Sor û şerê Îsraîl û Hemasê.

Rojnameya El Ereb têkildarî biryara Encûmena Dadgeriyê ya Iraqê ya girtiya 3 partiyan Kurdan nûçeyek bi sernavê "Bexda li beramberî sozekî nemîsoger a ji Enqereyê PKK’ê tengav dike" weşand. Di nûçeyê de hate gotin, hêz û kesayetên siyasî yên iraqî biryara Dadgeriya Iraqê ya girtina partiyên Kurdan wek xelatkirina Tirkiyeyê dinirxînin. Hate diyarkirin ku dewleta Tirk bi hinceta şerê li dijî PKK’ê, beşeke xaka Başûrê Kurdistanê dagir kiriye û ne hêjayî vê xelatê ye.

Li gorî rojnameyê, hikumeta Iraqê bi rêya bicihanîna daxwazên Tirkiyeyê hêvî dike ku tevkariya aborî bi Tirkiyeyê re bi pêş bixe û pirsgirêka ava çemên Dîcle û Firatê ku dewleta Tirk kêm dike, çareser bike.

‘GEFÊN YEMENIYAN HÊZÊN ROJAVAYÎ MIJÛL DIKE: PIRSÊN ASÊMAYÎ’

Rojnameya El Exbar a Lubnanê diyar kir ku DYA jî mîna Yekitiya Ewropayê li şûna Îsraîlê şerekî li dijî Yemenê li deryayên Sor û Erebî dike. Hate diyarkirin ku Îsraîlê hewl dide her du hevalbendiyan (DYA û Yekitiya Ewropayê) ji astengiyên stratejîk rizgar bike.

Li gorî rojnameyê "Bi taybetî ewropî bi fikar in ku aloziya li herêmê veguhere şerekî topyekûn. Nemaze eger Hûsî peravên Deryaya Sor li Yemenê kontrol bikin, dibe ku bikarin Tengava Bab Mendibê jî asteng bikin. Tê zanîn ku Tengava Mendibê wek korîdoreke deryayî ya girîng tê naskirin ku Deryaya Sor bi kendavên Eden û Deryaya Erebî ve girê dide û ji bo veguhestina petrol, gaz û kel û pelên bazirganiyê di navbera Ewropa û Asyayê de tê bikaranîn.”

‘PÊŞNIYARA ÇARESERIYÊ ÊRIŞÊN LI SER XEZAYÊ DISEKINÎNE, LI BER BERSVIA ÎRAN Û HEVALBENDÊN WÊ DIGIRE’

Rojnameya El Erebî El Cedîd bal kişand ser pêşniyara nû ya çareseriyê ya ku rayedarên rojavayî ji bo rêgirtina şerê li herêmê pêşkêş kiriye.

Li gorî rojnameyê, pêşniyar ji çareseriyeke giştî ji bo şerê li Xezayê, agirbestê, vekişandina Îsraîlê ji Xezayê, pêkanîna aramiyeke mayînde, îmzekirina peymana veguhertina dîlgirtiyên Îsraîl û Hemasê, serbestberdana hejmareke mezin a endamên komên filistînî yên di girtîgehên Til Avîvê de, her wiha zêdekirina derbaskirina alîkariyên mirovî ji bo Xezayê di pêvajoya diyalogan de û jinûveavakirina Xezayê pêk tê. Rojnameyê destnîşan kir ku aliyên propogandaya pêşniyarê dikin, dibêjin dibe derfeta pêkanîna vê pêşniyarê hebe, nemaze ku DYA û hêzên rojavayî hewl didin li ber êrişên bersivdayînê yên muhtemel ên Îran û hevalbendên wê yên li dijî kuştina Heniye û Şikur bigirin.

(bb)