Ji destpêka salê ve 567 kes li herêmên hikumeta Şamê hatine kuştin

Ji destpêka salê ve li herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de 567 kes di bûyerên cuda de hatine kuştin. Ji wan 78 zarok û 79 jin in.

Ji destpêka salê ve 567 kes li herêmên hikumeta Şamê hatine kuştin
8 tebax, 2024   10:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ji destpêka salê ve li herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de, 567 kes hatine kuştin.

Li gorî SOHR`ê, di nav wan de 78 zarok û 79 jin hene ku di bûyerên cuda yên wekî xwepêşandan de bi destê çeteyan an jî di topbaranan de hatine kuştin.

(şx)