Rojevên sereke yên rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de behsa hebûna rêveberên Hemasê li Qeterê, dan û standinên agirbestê yên li Lubnanê û fişarên Ewropayê yên li ser Îranê kir.

Rojevên sereke yên rojnameyên erebî
20 mijdar, 2024   10:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb a Londonê nûçeyek bi sernavê "Qeter hewl dide hebûna rêveberên Hemasê li welêt veşêre" weşand. 

Rojnameyê da zanîn ku Qeterê hebûna rêveberên Hemasê yên ji bo agirbestê li Xezayê hatine erkdarkirin red kir. Li gorî rojnameyê ev mijar û girtina nivîsgeha Hemasê li Dohayê, gelek pirsnîşan derxistin pêş ku gelo derketina rêveberên Hemasê demkî ye, yan domdar e, dê li Qeterê bimînin yan dê bê deng werin derxistin?

Rojnameyê diyar kir ku berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê Macid El Ensarî di civîneke çapemeniyê de li Dohayê got: "Rêveberên Hemasê yên ji bo dan û standinan hatine erkdarkirin, niha ne li Dohayê ne.”

Li gorî rojnameyê Qeter têkiliya dostaniyê ya di navbera Donald Trump û serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu de baş dizane. Lewma Qeter dê dîsa rûbirûyî tewanên piştgiriya Hemasê be û fişarên li ser û berjewendiyên wê bi DYA`yê re zêde bibe. Lewma xwest ji hebûna tevgerê ya li welêt xilas bibe.

‘DAN Û STANDINÊN LI LUBNANÊ: HIN NAKOKÎ ÇARESER DIBIN HIN DIN JÎ LI BENDA ÇARESERIYÊ NE’

Tora Sky News a El Erebiye ku agahiyên xwe ji çavkaniyên lubnanî wergirtine, diyar kir ku ji bo agirbestê, civînên di navbera Lubnan û Amerîkayê de berdwam in.

Torê diyar kir ku Lubnan dixwaze foruma girêdayî jihevxistina binesaziya Hizbullahê ya li başûrê Lîtaniyê bê aşkerakirin. Amerîka jî dixwaze artêş bi hejmareke zêde li ser sînor belav bibe, ne tenê çend nuqteyên wê hebin.

Li gorî biryara NY`yê ya bi hejmar 1701 divê Îsraîl bi temamî ji Lubnanê vekişe, hêzên UNIFIL ên demkî li Lubnanê zêdetir bibin û tenê artêşa Lubnanê û hêzên navneteweyî li ser sînor hebin.

‘EWROPA DÎSA FIŞARÊ LI ÎRANÊ DIKE’

Rojnameya El Exbar a Lubnanê diyar kir ku Yekitiya Ewropayê bi awayekî cidî bi bernameya nukleerî û moşekan a Îranê re mijûl dibe.

Rojnameyê da zanîn ku bi destpêkirina civîna Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA) re duh li Viyaneyê Almanya, Fransa û Brîtanyayê li ser dewletên endam reşnivîsa biryareke li dijî Îranê belav kir û hêvî dikin ku îro di civîna ajansê de bê nîqaşkirin.

Rojnameyê diyar kir ku Amerîkayê vê carê piştgiriya reşnivîsê kiriye ku bang li Îranê tê kirin "ji bo çareserkirina nakokiyan gavên cidî biavêje".

Rojnameyê destnîşan kir ku cidiyeta Ewropayê li hember Îranê ne tenê girêdayî dosyaya nukleerî ye, lê hevkariya wê ya leşkerî bi Rûsyayê re di şerê Ukraynayê de ku di encamê de ewropiyan fişar li ser Îranê zêde kirin.

(şx)