Rojevên îro yên rojnameyên erebî

Li Sûriyeyê hin piştgiriyê didin tevlêbûna hêzên hikumeta veguhêz a nava Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê û hin jî red dikin. Hevalbendên Îranê jî di hilbijartinên Iraqê de li pêş in û Îsraîl sînyalên nakok der barê êrişên li Lubnanê de dide.

Rojevên îro yên rojnameyên erebî
15 mijdar, 2025   11:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de rewşa Sûriyeyê, hilbijartinên parlamentoya Iraqê û geşedanên li Îsraîl û Lubnanê nirxandin.

‘TEVLÊBÛNA SÛRIYEYÊ NAVA KOALÎSYONA LI DIJÎ DAIŞ’Ê ŞERÊ TEKFÎRÊ GUR DIKE’

Rojnameya El Ereb cih da tevlêbûna hikumeta veguhêz a Sûriyeyê di Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de û diyar kir ku hinekan piştgirî da vê gavê û wek pêdiviyeke ewlehî ji bo pêşketina aramî û avakirinê nirxand, lê hinek li dijî wê derketin û wek 'xiyaneta cîhadî' û 'Koalîsyona Xaçperestan’ bi nav kir. Hinekan parvekirineke ji pirtûka wezîrê karên hundir ê hikumeta veguhêz û berpirsekî berê yê Cebhet El Nusra Enes El Xebat a bi navê "Koalîsyona Xaçperestan li dijî Mucahîdên Şamê" bi bîr xist. El Xetab di pirtûkê de tevkariya bi Koalîsyona Navneteweyî re bi "kafirbûn û ji ola îslamê derketin" bi nav dike. Hate gotin ev yek gava siyasî vediguherîne tawaneke olî ku parçebûnê di navbera alîgirên dewleta nû tê avakirin û tevgerên cîhadîst ên tund de gurtir dike.

Li gorî rojnameyê, ev nakokî aşkera dike ku stratejiyeke sîstematîk heye da ku mîrateya cîhadîst bi kar bînin da ku gumanan li ser dilsoziya hikumeta nû bi hêzên rojavayî re bi pêş bixin. Ev yek jî hewldanên hikumetê yên qezenckirina desteka navneteweyî asteng dikin.

Di dewama nivîsê de hate gotin: “Ji ber ku koalîsyon berê wek 'xaçperest' bi nav kir da ku şerê li dijî wê rewa bike, lê tevlêbûna wê îro di çarçoveyeke veguhêz de ye ku pêdivî bi rewatiya navxweyî û derveyî heye, ji ber ku tundrawî rê li ber belavbûna şaneyan li kampên mîna Holê vedike. Di encamê de El Şeri dixe ber gefên rasterast; wekî di daxuyaniya bidîmen a DAIŞ’ê de ku di Nîsana 2025’an de gefa kuştinê lê xwaribû.”

‘ALÎGIRÊN ÎRANÊ DI HILBIJARTINÊN IRAQÊ E BI SER DIKEVIN, ÇI LI BENDA WAN E?’

Rojnameya Indpendent jî bal kişand ser hilbijartinên parlamentoya Iraqê. Rojnameyê bi bîr xist ku Komîseriya Hilbijartinan a Iraqê roja çarçemê ragihand ku partiyên şîe yên alîgirên Îranê li pêş in û diyar kir: “Ev yek wan dixe ber pirsgirêka wergirtina pejirandinê ji aliyê DYA’yê ve wek hêzeke girîng di qada siyasî ya Iraqê de, nemaze ji ber ku encamên pêşîn wan mafdar dikin ku ger lihevkirinek çêbe, dikarin serokwezîr hilbijêrin."

Li gorî rojnameyê, zexta navneteweyî ya herî mezin ew e ku fermandarên wan koman çekên xwe deynin. Nemaze DYA di çarçoveya zextên xwe yên li ser Îran û hevalbendên wê de, nahêle bandoreke xurt a wan hêzan di hikumeta pêş de hebe."

‘SÎNYALÊN NAKOK DER BARÊ ÊRIŞEKE NÛ YA MUHTEMEL A ÎSRAÎLÊ YA LI SER LUBNANÊ DE’

Rojnameya Lubnanî El Erebî El Cedîd destnîşan kir ku di rojnameyên Îsraîlê de raporên nakok derketine ku dibêjin îhtîmal e ku artêşa Îsraîlê êrişeke nû û berfirehtir li ser Lubnanê çêbe, bi hinceta ku Hizbullah şiyanên xwe yên leşkerî ji nû ve ava dike.

Hate gotin, rojnameya Yediot Aharonot a Îsraîlê ragihand ku artêşa Îsraîlî nêzîkî pêkanîna "êreşeke sînordar" li dijî Hizbullahê li seranserê Lubnanê, bi taybet li Geliyê Beaa û Beyrûtê dibe.

Hate diyarkirin ku heman rojnameyê di raporeke din de, “bayê şer ê li ser sînorê Îsraîl û Lubnanê tê, dîmeneke rast a rewşê nîşan nade ku ji Washington û Tel Avivê tê dîtin. Hate gotin, ew rewş nirxandina serdest a li ser tiştên ku niha li Lubnanê diqewimin, ji ya ku di medyayê de xuya dike pir geşbîntir e.

(bb)