Rojeva rojnameyên Erebî: Aloziya li Filîstîn, Derya Sor û Iraqê 

Rojnameyên Erebî di hejmarên xwe yên îro de cîh daye şerê Îsraîl-Hamas, dengvedana wê ya li Derya Sor û nakokiyên Amerîka-Îranê yên li ser xaka Iraqê.

Rojeva rojnameyên Erebî: Aloziya li Filîstîn, Derya Sor û Iraqê 
30 kanûn, 2023   10:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat şerê Îsraîl-Hamasê û îhtmale berbelavbûna aloziyê li Rojhilata Navîn xistiye rojeva xwe. Rojnameyê mijar bi sernavê “Hişyariyeke navneteweyî der barê rûdana şerekî herêmî li Rojhilata Navîn” weşandiye û cîh daye nirxandinên berdevke Sekreterê Giştî yê NY’ê Antonio Guterres. 

Di nuçeya ku spastiye çavkaniyên Neteweyên Yekbûyî (NY) de tê gotin ku îhtimalek zêde heye ku şerekî herêmî yê berfireh li Rojhilata Navîn rû bide. Têkildarî mijarê nirxandina berdevkê sekreterê giştî yê NY`yê António Guterres, a wekî “Tundiya ku bi taybetî ji aliyê Îsraîlê li Xezayê tê zêdekirin cihê metirsiyê ye" di nûçeyê de hatiye dayîn.

ALOZIYA LI DERYA SOR

Rojnameya El Ereb jî aloziya li Deryaya Sor xistiye rojeva xwe. Di nûçeyê de tê gotin ku ji ber wê êrişên Hûsiyan lêçûna veguhastina deryayî zêde bûye, ev yek fişarê li aboriya Urdunê dike û buhayên petrohl û madeyên ji derve hatine zêdetir dike. Li gor rojnameyê lêçûna hinardekirinê ya Urdunê zêde bûye.

LI IRAQÊ NÎŞANEYÊN ALOZIYA NAVBERA WASHINGTON Û ÎRANÊ DE

Rojnameya Independent-Erebî jî nakokî û aloziya di navbera Amerîka û Îranê ya li ser Iraqê kiriye nûçe. Di nûçeyê de tê diyarkirin ku li gel berdewamkirina êrişên alîgirên Îranê yên dijî navendên Amerîkayê yên li Iraqê, alozî berdewam dike. Li gor rojnameyê ev alozî, li Iraqê şeklê aloziya di navbera her du aliyan de di çend mehên dawîn de guheriye û ji aliyê milîsên nêzî Îranê ve wekî ragihandina şer jî dikare were pênasekirin.

Di nûçeyê de hat gotin ku ihtîmala mezinbûna aloziyê heye û hewldanên Pentagonê û pêkutiyên wên yên li ser Qesra Spî hatine bibîrxistin.

(şx/a)