ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 7 – 11 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 7 – 11 – 2024
7 mijdar, 2024   02:00

Şêniyên Holê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin. Şêniyan projeya neteweya demokratîk wek projeya çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn nirxand û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Şêniyên kantona Minbicê diyar kir ku bêyî pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan şer û xwînrijandina li herêmê nasekinin û got: “Em gelên azad ên li tevahî cîhanê em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe tê bikoşin."

Buhayên venêrîna nexweşan li klînîkên taybet ên li Qamişloyê pir zêde bûye. Nexweş ji ber bihabûnê giliyan dikin, lê Klînîkên Gel barê nexweşan sivik dikin.

Tevgerên Jinan ên li kantona Efrîn û Şehba ji bo şermezarkirina nûkirina ˋcezayên dîspilînêˋ li dijî Rêber Abdullah Ocalan ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve li kampa Serdemê daxuyaniyekê didin, saet 09:30ˋan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li hola Qele ya bajarê Qamişlo bi sernavê ˋMîrasa me nasnameya me yeˋ panelek tê organîzekirin, saet 10:00ˋan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Çilaxa ji bo 52 şehîdên di mehên Hezîran, Tîrmeh, Tebax û Îlonê de şehîd bûne, li hola Navenda Çand û Hunerê ya bajêr merasîma bibîranînê li dar dixe, saet 10:00ˋan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Cenazeyê hevserokê berê yê Meclisa Bajarê Hesekê Xebat Silêman ku duh di encama krîza dil de jiyana xweji dest da, wê li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê bê definkirin. (10.00)  BI WÊNE Û DÎMEN

Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk der barê berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê ya li dijî siyasetên qirkirinê li pêş Navenda Mihemed Şêxo ya Qamişloyê de daxuyaniyekê dide, saet 11:00ˋan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê kantona Reqa cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Mihemed Mûsa El Hemadê li Goristana Şehîdan a gundê Hikumiyê oxir dike, saet 11:00ˋan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê kantona Tebqayê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Hisên Ehmed El Esaf li goristana şehîdan a Tebqayê oxir dike, saet 13:00ˋan. (BI WÊNE Û DÎMEN)