Almanya piştî 13 salan ji rawestandinê vegerî leşkertiya mecbûrî

Almanyayê piştî 13 salan ji rawestandinê, vegerî leşkertiya mecbûrî.  Ew yek jî piştî erêkirina hikumeta Almanyayê li ser guhartinên qanûnî der barê pergala leşkertiyê de pêk hat.

Almanya piştî 13 salan ji rawestandinê vegerî leşkertiya mecbûrî
6 mijdar, 2024   22:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Almanyayê diyar kir ku piştî meclisa wezîran di rûniştina heftane de guhartinên qanûnî yên ku ji hêla wezîrê parastinê Boris Pistorius ve hatine pêşkêşkirin, erêkirin, hikumeta Almanyayê bi îsrar e pergala leşkertiyê ya berê pêk bîne.

Li gorî biryara nû ya ku dê destpêka sala bê bikeve pratîkê, êdî xortên 18 salî mecbûr in leşkertiyê bikin, lê ji bo keçan ne mecbûrî ye, lê yên dixwazin dikarin leşkertiyê bikin.

(mh/fr)