ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-10-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-10-2025
24 cotmeh, 2025   02:00

24 weşanxaneyên ji derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a Navneteweyî ya 9’emîn bûne. Weşanxane bi zêdetirî 4 hezar pirtûkên bi zimanên zimanên erebî, kurdî û tirkî beşdarî pêşangehê bûne. BI WÊNE

Şêniyên Girkê Legê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got tecrîd siyasî ye, “armanca wê bêdengkirina dengê azadî û ramanên demokratîk e”. BI WÊNE Û DÎMEN

Li parêzgeha Humsê, sewaldarî di rêjeyek diyar de ketiye rawşa qeyranê. Xwediyên sewalan yan dest jê berdidin an jî sewalên xwe difiroşin. BI WÊNE

Di konên koçberiyê de ku wan ne ji germa havînê û ne jî sermaya zivistanê diparêzin, jinên koçber ên ji Serêkaniyê zehmetiyên jiyanê derbas dikin. Tevî hemû zehmetiyan jî ji bo vegera ewle ya li warê xwe di nava têkoşînê de ne. BI WÊNE Û DÎMEN

Lêkolîner û çalakvanan destnîşan kir ku dewleta Tirk “siyasetek turanîst” dimeşîne û bi navê dirêjkirina erkê artêşa xwe li Sûriye û Iraqê bi hincetên kevin dixwaze dagirkeriya xwe mayînde bike. lêkolîneran got bi vê yekê tê îsbatkirin ku dewleta Tirk di pêkanîna pêvajoya aştiyê ya bi PKKˊê re ne cidî ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Hikumeta veguhêz bi biryarên xwe yên guhertina cihên karmendên saziyên hikumetê û erkdarkirina wan li parêzgeheke din, wan neçarî îstîfayê dike. Li şûna wan jî karmendên girêdayî xwe bi peymanên taybet bi cih dike. BI WÊNE

Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a Navneteweyî ya 9ˊemîn di roja xwe ya 5ˊemîn de li Parka Azadî ya Qamişloyê didome, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê sekreterê berê yê partiyê Ebdulhemedî Derwîş di salvegera koça wî ya 6ˊemîn de li hola Rewabî ya Qamişloyê, bi bîr tîne, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo piştgiriya QSDˊê, li Dêrikê konsertekê li dar dixe, 16.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN