ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-05-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-05-2026
19 gulan, 2026   02:00

- Ji hevdîtin û nîqaşan diyar dibe ku gavên siyasî-îdarî wê rewşa entegrasyonê û pêşeroja Sûriyeyê diyar bikin, lê ev hîn di merheleya destpêkê de ye. BI WÊNE Û DÎMEN

- Nivîskar Şerîf El Meqt diyar kir ku di van şert û mercan de li Sûriyeyê zehmet e ku behsa demokrasiyê bikin û got desthilata heyî, parçebûyîna etîk û olî li pêşiya avakirina dewleteke demokratîk dibe asteng. BI WÊNE Û DÎMEN

- Li gundên Çilaxayê cotkaran li hemberî buhayên genim nerazîbûna xwe anî ser ziman. BI WÊNE Û DÎMEN

- Şêniyên gundê Um El Kêf ê bajarê Til Temirê vedigerin gundê xwe. Malên wan hatine wêrankirin û nikarin malên xwe lê bikin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Berdevka Saziya Zimanê Kurdî Hemrîn Hisên got ji destpêka Şoreşa Rojava heyanî niha ji bo pêşxistina zimanê kurdî dixebitin û ew ê her tim têkoşîna xwe ya ji bo fêrkirina zimanê kurdî bidomînin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Partiyên Kurd der barê hilbijartinên Meclisa Gel de ji bo hilbijartina endamên meclisê li avahiya Daîreya Têkiliyên Derve yê bajarê Qamişloyê civîneke çapemeniyê li dar dixin, saet 11.00ˊan.

- Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê şahiya îmzekirina romanê ya nivîskar Telal Mihemed li Parka Xwendinê ya Qamişloyê li dar dixe, saet 19.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN