ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-03-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-03-2024
17 adar 2024   02:00

Şervan Rizgar Bîrhat di Berxwedana Serdemê de bi "Şehîdê Nemir" hate naskirin, ji ber ku tu carî serî netewand û teslîmkarî qebûl nekir, êşa xwe ji bîr kir û rêya têkoşîna bav û her du birayên xwe berdewam kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hiqûqnasan diyar kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên Efrînê sûcên şer û li dijî mirovahiyê ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Firneyên ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li kantona Dêrazorê vekirine, nan ji deh hezaran şêniyên kantonê re peyda dikin. Komîteya Aboriya Civakî ya Rêveberiya Xweser hewl dide ku projeyên din li dar bixe di nav de 4 kargeh hene. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) der barê 12ˊyê Adarê, krîza Sûriyeyê û dagirkirina Efrînê ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve li hola Zana ya Qamişloyê panelek li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê bi dayîna daxuyaniyekê li Çerxerêya Şehîd Yûsiv Gulo ya Qamişloyê bernameya pîrozbahiya Newroza 2024ˊan aşkera dike, saet 10:30ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Şehbayê li Kampa Serdemê daxuyaniyekê der barê salvegera dagirkirina Efrînê de dide, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê kantona Firatê cenazeyê şehîdê Hêzên Komandoz Gulî Kobanê li Pakrewangeha Şehîd Dicle ya Kobanê vedişêre, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li kantona Firatê pîrozbahiyên Newrozê dest pê dikin, her wiha xelkê navçeya Çelebiyê ya kantona Firatê agirê Newrozê li qada navçeyê pê dixe, saet 12:00ˊan, her wiha Şaredariya Gel a Holê ya kantona Cizîrê pîrozbahiyekê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA