ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-05-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-05-2026
16 gulan, 2026   02:00

- Jinên ji Çilaxayê anî ziman ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji bo ewlehî û aştiya li herêmê pêdiviyeke. BI WÊNE Û DÎMEN

- Hêzên ewlehiyê yên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê rê nadin tîmên rêveberiya elektrîkê tora elektrîkê ya 5 gundên Çilaxayê sererast bikin. Şêniyên gundan nerazîbûna xwe nîşan da. BI WÊNE Û DÎMEN

- Gelek zextên pskolojîk li ser jinên koçber ên ji Serêkaniyê hene û ew dibêjin bi vegerê re dê gelek pirsgirêkên wan çareser bibin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Xwendekar û malbatên xwendekaran destnîşan kir ku divê zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de were misogerkirin û got “Zimanê kurdî hebûn û nasnameya me ye.” BI WÊNE Û DÎMEN

- Malbatên dîlgirtiyan ên Dirbêsiyê bang li aliyên têkildar kir ku zarokên wan serbest werin berdan. BI WÊNE Û DÎMEN

- Gerînendeyê Perwerde û Fêrkirinê yê Hesekê Ednan Berî diyar kir ku proseya entegrekirina beşa perwerdê li ser baskên îdarî û fêrkirinê bi rê ve diçe. Berî got gerînendetî bûye referansa yekane li parêzgehê û entegrekirina rêveberiyên perwerdê ber bi dawîbûnê ve ye. BI WÊNE Û DÎMEN

- Kongra Star bi hevkariya Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk û YPJˊê, ji bo piştgiriya YPJˊê panelek diyalogê li Cafee Mişwar organîze dikin, saet 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN